ManşêtNûçe

TEV-DEM’ê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da. TEV-DEM’ê got, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji tevahî çandan re bû dergûşeke civakî demokratîk.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Bi boneya salvegera 11’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, bi rihê nirxên cewherî yê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em tevahî gelê xwe yê Kurd, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevahî malbatên şehîdan, hevalên birîndar û tevahî têkoşerên şoreşê, hêz û yekîneyên parastinê pîroz dikin.

Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya nûjen ji bajarê Kobanê re di sala 2012’an de, xeyal û hêviyên gelê me û tevahî gelên herêmê bi cih hatin. Îsbat bû ku şoreş li gorî pîvan û rêgezên şoreşgerî yên nûjen ava bûye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo avakirina şoreşeke rizgariyê ya civakî, demokratîk a rasteqîn, rêgezên biratiya gelan, jiyana hevbeş esas girt ku  şoreşên berê yên klasîk cuda ye.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo guhertin û veguhertina ber bi demokrasiyê ve ezmûneke nû û girîng li herêmê afirand. Ev şoreş bû hêzeke aktîf ku hîna jî di gelek qadan de têkoşîneke girîng raber dike û ji bo parastina mirovahiyê di mercên zehmet de fedakariyên mezin dide. Di serî de rêxistina DAIŞ a terorîst, gelek hêzên tundraw êrişî şoreşê kirin, şoreş bû hedefa gelek planên komploger ên hêzên navneteweyî û herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker, hewl dan binyada civakî ya şoreşê têk bibin, xeta wê biguherin û yekitiya hevgirtina gelan tune bikin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji tevahî çandên exlaqî yên xwedî îradeya azad û rasteqîn û vebijêrkên wê yên durist ên ji stratejiya siyasî ya xeta sêyemîn a projeya çareseriya demokratîk, civakî, exlaq û polîtîk, bi rola jin û ciwanan a pêşengiya şoreaş bihara gelan,  bûye dergûşeke civakî ya demokratîk. Di encama vê yekê de zemîneke aktîf û hêzeke xurt a ji bo pêkanîna îstiqrar, çareseriya siyasî ya bi rêya diyalogên nîştimanî yên rasteqîn ava bû.  Ruxmî lidarxistina gelek kongre, palatform, civînên navneteweyî wekî Cinêv, Astana û yên dîtir, lê paşguhkirina vê destkeftiya dîrokî ya nûjen xizmeta siberoja çareseriyê li Sûriyeyê nake. Tevahî hewldan ji ber dûrxistina îradeya gelê me û îradeya siyasî ya civakî û projeya çareseriya demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûn. Ev dide nîşandan ku hêza çareseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber vê yekê naskirina vê hêzê girîng e. Li gorî tevahî çareseriyên ku dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê pêşkêş dikin ku berjewendiyên xwe li ser yên tevahî gelên Sûriyeyê re digirin, lê beyannameya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bingeheke nîştimanî ya rasteqîn e ku yek ji projeyên herî girîng ên çareseriya demokratîk e.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi exlaqê xwe, bi nirxên xwe yên mirovahî, bi rêgez û pîvanên xwe yên şoreşgerî yên nûjen yên dûrî desthilatdariyê, bandoreke mezin li wijdanê civakên herêmê û yên cîhanê kir. Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa avakirina civakeke azad, ekolojîk û polîtîk e ku xwe dispêre azadiya jinan. Azadiya jinan jî mîsogeriya rasteqîn a serketina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Lê dewleta Tirk a faşîst di aliyê siyasî, ewlehî û leşkerî de tolê ji çand û felsefeya vê şoreşê hiltîne. Dewleta Tirk ji mercên navneteweyî sûdê digire da ku bi hemû hêz û îmkanên xwe yên siyasî yên qirêj îradeya şoreşê têk bibe. Dewleta Tirk hemû cûreyên tecrîda derqanûnî ferz dike da ku di şex û îradeya Rêber Abdullah Ocalan de tolê ji îradeya gelan hîlîne. Hîna jî hemû cûreyên siyasetên qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne da ku wî ji raya giştî û gelên berxwedêr û yên têkoşer dûr bixe, ji ber ku Rêber Apo xwedî nêrîneke din e û parvekirinên nêrînên wî ji qonaxa çarenûsî re gelekî girîng e.

Dewleta Tirk û dewletên komploger tecrîd û mirina hêdî ferz dike û nameyên jehrîkirinê dişîne. Ev yek me û civanekên ku azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin dixe nava fikaran. Çarenûsa jiyana Rêber Apo ji hemû kesî re gelekî girîng e. Di serî de CPT’yê ya ku ji berpirsyarên xwe yên exlaqî direve, divê her kes der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de bi berpirsyariya exlaqî tev bigere, divê ev tecrîda giran a li ser îradeya Rêber Apo were şikandin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin. Ev destkeftî bi saya berdîlên giranbuha ye ku mîrasa bi dehan salên têkoşîn û berxwedana dîrokî ye.

Em bang li gelên herêmê dikin ku li hemberî siyasetên qirkirinê yên li derdora jiyana Rêber Abdullah Ocalan bi berpirsyarên exalqî tev bigerin. Di vê qonaxa hestiyar e xwe li gorî mîrasa şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin, tev li pêngavên piştgiriyê yên parastsina jiyana Rêber Apo bibin. Yekêzî û hevgirtina pêkhateyan dikare destkeftiyan biparêze. Xurtkirina têkoşîn û berxwedana mîsogeriya serketina îradeya me ye.”

ANHA

Back to top button