ÇalakîManşêtPYD

Badran Çiya Kurd: Şoreşa 19’ê Tîrmehê di yek şoreşê de gelek şoreş afirandin

Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve yê bakur û rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd di kongreyê Sûrî yê şoreşa 19’ê tîrmehê yê ku li bajarê Hesekê tê li dar xistin di bin drûşmeya “şoreşa 19’ê tîrmehê şoreşa jin û gelan û misogeriya Sûriya Demokratîk” axivî, di gotina xwe de li ser zihniyetên pergalên desthilatdar yên ku sozên xwe bi cih ne anîn û ne çareserî ji gelê xwe re dît û ne ji pêkhateyên din re axivî.

Çiya kurd got ku şoreşa 19’ê tîrmehê xeta sêyemîn meşand û li hember sîstemên pirrengî û ne navendiyê qebûl nakin derketin.

Wiha zelal kir: 19’ê tîrmehê rola sereke ji jinê re pêşkêş kir da ku bibe pêşeng di guhertina civakî û di tevahiya waran de, her wiha şoreşa 19’ê tîrmehê derî li pêşiya têkoşîna tevahiya jinan vekir.

Bedran Çiya Kurd îfade kir ku şoreşa 19’ê tîrmehê şoreşek temame ji hêla siyasî, civakî û leşkerî ji ber ku xwedî yek hişmendî, felsefe û dîtine.

Di dawiya axaftina xwe de Bedran Çiya Kurd got: Şoreşa 19’ê tîrmehê di yek şoreşê de gelek şoreş afirandin, û projeyek zelal û sabît ji cîhanê re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bighêje Sûriya Demokratîk pejirand.

Back to top button