CivakNûçeXizmetXweserî

TEV-DEM û Rêveberiya Xweser pirsgirêkên welatiyan gotubêj dikin

EFRÎN- Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên welatiya, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê dê bi daxuyeke çapemeniyê encamnameyên rêzecivên ku lidarxistibû eşker bike.

TEV-DEM ji 6‘tebaxê li seran serê Kantona Efrînê ji bo pirgirêkên welatiyan û zehmetiyên ku dikişiyên 33 civîn lidarxistibû.

Derbarê mijarê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Ilham Ehmed armanca wan civînên ku darxistine destnîşan kir û  wiha got: “Ew ê rewşa dawî ji welatiyan re binirxînin, ji bo çareserî ji hemû astegiyên wan were peydankkirin û pêşniyarên gel di derbarê pêşxistina saziyan were pêkanîn.”

Bi hevkariya komînan civîn hate lidarxistin

Ehmed diyarkir ku civîn bi hevkariya komîteyên kominan, mûdîrîyetên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate lidarxistin. Di serî de sîstema komînal hate şîrovekirin . Di civînan de nêrîn û pêşniyarên welatiyan û pirsgirêkên wan hatin guhdar kirin.

Ehmed ragihand ku piraniya pirsgirêkan li ser krîza koçberiyê, ambargoya li ser herêmê û kêmasiyên xizmetguzarî û aborî bûn.

Xebat ji bo pratîkririna rola komînan

Ehmed axavtina xwe wiha domand : “Piştî bidawîbûna civînan weke rêveberên TEV-DEM‘ê civîn bi komîteyên Komînan ji bo birêxistinkirina welatiyan di nava komînan de  berdewam bike. Hejmarek mezin ji endamên komînan rola xwe di komînan de lîstine û xebatên baş meşandine.”

Encamnameyên civînan wê di daxuyaniyeke çapemeniyê de eşkere bibe.

Di dawiya axaftina xwe de Elham Ehmed destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiya, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê dê bi daxuyeke çapemeniyê encamnameyên rêzecivên ku lidarxistibû eşker bike.

(bb/ra)

 TOLÎN HESEN

Back to top button