ManşêtNûçe

TEV-DEM: Çirûska Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî di wijdanê me de zindî ye

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de hat gotin: “Di serî de em salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd, tevahî gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz, hemû şoreşgerên azadiyê, girtiyan, tevahî malbatên şehîdan û welatparêzan pîroz dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê bi hemû aliyên wên felsefîk destaneke dîrokî ye, destana berxwedana şoreşgerî ya hemdemî ya nîştimanî ye, destana avakirina jiyaneke azad ji qirkirinê û mirinê ye, ya geşkirina rihê çanda fikirî, civakî û ekolojîk e ya ku li ser esas û nirxên civakî hatiye avakirin.

Pêngava 15’ê Tebaxê pêngaveke nîştimanî, wêrek û leheng bû. Kesên bi xwe nebawer û bi gel, xak, nirxên exalqî û wefedariya bi wesiyeta şehîdn Berxwedana Tîrmehê yên di girtîgeha Amedê de û berxwedana gelê Kurd ne bawer bin, nikarin vê pêngavê bavêjin. Destpêkê, ev pêngav erşa faşîzma Tirk û dîktatoriya wê ya leşkerî ya binkeftî ya tirsok anî xwarê. Ev dîkatoriya ku veguherî rêxistineke terorîst hewl dide bi rêya torên terorîst û çetîtiya cîhanî hebûna xwe ya leşkerî û siyasî ya binkeftî ya hilweşiyayî vegerîne û ji dîtina çareseriyên aştiyane û demokratîk bê çare maye, ji ber ku xwe dispêre alava şer da ku hemû galan, di nav de gelê Tirk tune bike.

Çirûska Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî di wijdanê me de zindî ye û bi rihê berxwedana Dihê û Şemzînanê heta berxwedana Rojava, Şengal, Herêmên Parasatinê yên Medya û gelemperiya Kurdistanê didome. Pêngava 15’ê Tebaxê ji 38 salan ve, ji berxwedana Hêzên Rizgariya Kurdistanê heta berxwedana HPG û YJA-Star û hemû komên parastinê berdewam dike.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), dibînin ku destana berxwedanê ya Pêngava 15’ê Tebaxê maska rast a dewleta Tirk a dagirker anî xwarê ku bûye aliyekî sereke di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de û bi rêbazên siyaseta qirkirin, dagirkerî, guhertina demografîk, hedefgirtina sembolên me bi balafirên bêmirov ên biçek di nava 24 saetan de bê terdud, şer dike. Dewleta Tirk a faşîst li dijî sîstema demokratîk a bi nûnertiya îradeya gelan şer ragihandiye da ku nîjadperestiya xwe û faşîzma xwe ya tundraw biparêze.

Li ser vê yekê em bang li hemû gelên ku ji bo azadî, edaleta civakî tê dikoşin û hemû rxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî û niştimanî, tevahî gelên me yê Kurdistanê û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hevgirtî bin, destkeftî û nirxên dîrokî yên Pêngava 15’ê Tebaxê biparêzin. 15’ê Tebaxê rihê vejîneke nû da gelên me, her wiha rêya avakirina şoreşeke civakî, nûjen û afîrner a bi pêşengtiya jin û ciwanan û tevahî beşên civakê nîşanî gel da.”

ANHA

Back to top button