ManşêtNûçe

7 rêxistinên têkildarî parastina mafên mirovan, êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Komeke rêxistinên parêzvanên mafên mirovan ên Sûriyê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyeke hevbeş da.

Rêxistinan, di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir ku di encamê de gelek windahî çêbûn.

Di daxuyaniyê de navê şehîdên êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hatin rêzkirin:

Ehmed Elî Hisên (sivîl)

Aheng Ekrem Hisên (sivîl)

Edîb Hemşo

Hêvên Osman (şervana Hêzên Erkê Xweparastinê)

Mezlûm Seeddîn (endamê Saziya Displîna Leşkerî)

Elî El-Mislet (şervanê Hêzên Erkê Xweparastinê)

Miheydîn Îbrahîm (şervanê Hêzên Erkê Xweparastinê)

Mahir El-Ezbe (şervanê Hêzên Erkê Xweparastinê)

Navên birîndaran ên sivîl:

Mihemed Salih (12)

Mîran Salih (10)

Êla Salih (5)

Bilind Mihemed Şemsedîn (16)

Helebçe Reşîd (33)

Arîn Ebdulezîz El-Hesen (38)

Elî Hisên

Rêxistinên parêzvanên mafên mirovan ên Sûriyê ev êrişa li ser Sûriyê û welatiyên wê, wek sûcekî li dijî mirovahoyê bi nav kir ku digihêje asta sûcên cezayî ku divê ji ber wê were cezakirin.

Rêxistinan bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe pêk bînin ji bo êrişan û sûcan rawestînin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Her wiha rêxistinan bang li meclisa mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî kir li hember vê rewşa trajedîk û xwîndar a domdar li gorî van xalan berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin:

1-Bi awayekî cidî fişarê li hikumeta dagirker bikin ji bo êrişên xwe yên rojane li ser herêmê rawestîne.

2-Yekser û bêşer hêzên Tirkiyê û hevkarên wê ji axa Sûriyê li bakur û rojhilatê Sûriyê derxînin.

3-Xeteriyên dagirkeriya Tirk û destwerdana wê, encamên operasyonên leşkerî, sûcên wê li dijî sivîlan li Sûriyê û koçberkirina wan û xweteriyên mirovî yên mezin teşhîr bikin.

4-Bi hemû awayan fişarê li hikumeta Tirk û çekdarên sûrî ku bi wan re hevkar in, bikin ji bo hedefgirtina sivîlan, dêr, perestgehan û milkên giştî û taybet, qutkirina darên zeytûnê, darên berhemdar, talankirina hilberînan û dikanan rawestînin.

5-Bi tevlêbûna nûnerên Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyê û rêxistinên parêzvanên mafên mirovan û jinan li Sûriyê, komîteyeke lêpirsîna darizandinê ya serbixwe, bêalî, drust û zelal ava bikin da ku hemû sûcên ji destpêka mudaxeleyên Tirkiyê di Sûriyê de pêk hatine, berpirsên ku bûn sedema qetilkirina sivîlan û birîndarbûna wan, eşkere bike û wan di dadgehên xwecihî, herêmî û navneteweyî de darizînin.

6-Rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê vexwenînin da ku ji bo belgekirina sûcên cuda yên ku hêzên Tirkiyê hên dagirker ji destpêka dagirkirinê ve û heta niha pêk anîne, hevkariyê bikin. Her wiha ji bo ku dosyeyeke qanûnî were amadekirin ku derfetê dide wan hemû sûcdaran darizînin, çi tirk bin an jî sûriyên bi wan re hevkar in. Ji ber gelek ji wan sûcan digihêjin asta sûcên şer û pêwîst dike ku dosyaya sûcdaran rakin dadgehên cezayî yên navneteweyî.

7-Bang li deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî bikin ku pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî ji bo bajar û gundên bakur û bakur rojhilatê Sûriyê yên koçber peyda bikin.

8-Li ser asta gel û hiqûqî bi hemû pêkhteyên resen ên bajar û gundên bakurê Sûriyê kar bikin, ji bo van xeteriyan rawestînin ku ji ber kiryarên nijadperest ên hêzên dagirker zêde dibin. Bi awayekî cidî li hember hemû sûcan bisekinin ku demografiya herêmê diguhere da ku armanc û berjewendiyên etnîkî, nijadperest pêk bînin, hemû rêgezên aştiyane û jiyana hevbeş têk bibin.

Rêxistinên daxuyanî îmze kirine ev in:

Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê-MAF.

Rêxistina Nîştimanî ya Mafên Mirovan a Sûriyê.

Rêxistina Mafên Girtiyên nêrîn li Sûriyê (Rewangeh).

Komîteya Mafên Mirovan a Kurd-Sûriyê (Rawgeh)

Rêxistina Mafên Mirovan a Erebî ya Sûriyê.

Rêxistina Kurd a Mafên Mirovan a Sûriyê (DAD)

Komîteya Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafên Mirovan a Sûriyê.

ANHA

Back to top button