ManşêtNûçe

Bi armanca koçberkirina şêniyên Efrînê, sûcên dagirkeriya Tirkiyê didom e

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û binpêkirinên li dijî şêniyên resen ên li kantona Efrînê ya dagirkirî mane didomînin, da ku wan bidin koçberkirin.

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  di hefteyekê de 11 welatî revandin.

Li gorî çavkaniyan,  kesên ji navçeya Cindirêsê yên hatine revandin ev in; Derwîş Hesen Mihemed (31) ji gundê Nesriyê ye, Ebdumecîd Hisên Mihemed, Wehîd Ebdo Ebdo (26) ji gundê Nesriyê ye, Mihemed Newres Îsmaîl (32) ji gundê Nesriyê ye û Şêxmûs Xelîl ji gundê Kefir Sefrê  ye.

Ji navçeya Şiyê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 welatî revandin; Elî Zuhêr Hemo (24) ji Şiyê, Mehmûd Keleş, Hesen Sebrî ji gundê Hêkêçê ye.

Ji navçeya Şêrawayê jî, dagirkeran  Xelîl Îsmaîl Elî (22) û Ehmed Nebo Ehmed ên ji gundê Burc Heyderê revandin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê li navçeya Şera jî, Ehmed Yûsif Tobal ji gundê Meiriskê revand.

Li aliyekî din jî çeteyên “Feyleq El-Şam”  li welatiyê bi navê Reşîd Ebdurehman Seydo yê ji gundê Meydankê yê navçeya Şera dema xwest milkên xwe vegerîne, da.

Li navçeya Mabeta jî, serçeteyê “Mihemed Fetih” 300 darên zeytûnê yên Mihemed Îbrahîm ê ji gundê Mist Eşûra, birîn.

Her wiha çeteyên “Muetesim Bîllah” ên artêşa Tirk a dagirker bi ser mala Mihemed Şêx Îsa yê ji navçeya Şera de girt û nêzî 10 hezar dolar û gelek telefon dizîn.

Li gundê Kefer Delê yê navçeya Cindirêsê, çeteyên “Firqet Hemzat” gelek tabloyên enerjiya tavê tevî alavên wê dizîn.

Li gundê Şadiya yê navçeya Raco jî, çeteyên “Ehrar Şerqiye” nêzî hezar û 500 darên henarê yên ayîdî Hisên Ehmed Xelîl Cafer ê ji gundê Mamila qut kirin.

Her wiha çeteyên “Firqet Hemzat” bi ser mala Hebîb Berho (80) ê ji gundê Maratê yê girêdayî navenda Efrînê de, girt.

Çeteyên “Sultan Murad” nêzî 80 darên zeytûnê yên Henan Ebdurehman ê ji gundê Qurtqulaqê yê navçeya Şera birîn.

ANHA

Back to top button