ManşêtNûçe

Tecrîda ne insanî bi dawî bikin

Parlamentera Ewrûpî ya Ingilîz Julie Ward  ya ku çûbû Amedê da ku Leyla Guven bibîne. Lê belê destûra wê nehatibû dayîn. Julie Ward pêr êvarê di axaftina xwe ya yekdeqîqeyî ya li Parlamena Ewrûpayê bal kişand ser vê hewldanê û çalakiya Leyla Guvenê. Ward bi bîr xist ku biryara greva birçîbûnê ne yeka hêsan e û wiha dewam kir: “Ez nû vedigerim ji Amedê, li cihê ku parlamentera HDP´ê Leyla Guven di greva birçîbûnê de ye. Ji ber ku ev 67 roj in, Leyla xwarinê naxwe, rewşa wê gelekî cidî ye. Ew tecrîda neinsanî ya ku rayedarên Tirk li ser lîderê Kurd Abdullah Ocalan ê li hepsa giravê ya Îmraliyê ferz dikin, protesto dike. Leyla bi xwe jî ev bû qederê salekê di hepsê de bû, li benda dadgehkirinê, ji ber ku wê êrişên Tirkan li dijî Efrînê rexne kirin, me bi xwe jî ev êriş li bin vî banî rexne kiribûn. Ez dikarim azad bipeyivim, Leyla û bi sedan mirovên din nikarin.

Li aliyê din, nêzî Tehranê Nazanin Zaghari-Ratcliffe xebatkareke karê xêrxwaziyê ya ku bi neheqî giritiye, û parazvana mafê mirovan a Îranî Nagez Mohammadi jî dest bi greva birçîbûnê dikin ji ber ku mafê wan ê xizmeta tenduristiyê tê binpêkirin.

Demên ku hêvî kêm dibe, rê li ber tedbîrên wisa giran vedike, lê gelo dinya dihisîne? Ez bangê li çapemeniyê dikim ku van mijaran rohnî bikin û bikin ku mirovên xwedî wijdan in bi hêrs bin beramberî neheqiyê.”

Back to top button