ManşêtNûçe

Şoreşa Rojava li Hambûrg û Nurnbergê hate pîrozkirin

Salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava li bajarên Hambûrg û Nurnbergê yên Elmanyayê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

Pîrozbahî li roja Şemiyê, li pêşiya Navenda Çandê ya Rote Flora ya li taxa Sternschanze ya Hambûrgê hate lidarxistin.

Pîrozbahiya ku Kurd û dostên wan tevlî bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Nûnera PYD’ê Zozan Dêrik axivî û anî zmian ku şoreşa li Rojava pêk hatiye ne tenê ya gelê Kurd e, keda hevpar amirovahiya pêşverû ye.

Zozan Dêrik bi bîr xist ku di şoreşê de 12 hezar mirov şehîd bûn, 18 hezar jî birîndar bûn û destnîşan kir ku parastin û pêşvebirina şoreşê erka welatparêziyê ya hemû Kurdistaniyan e.

Nûnerê FED-DEM’ê Îhsan Varto jî diyar kir ku Şoreşa Rojava sûd ji şehîdên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê wergirtiye.

Aktîvîstan mafên mirovan a Elman nivîskar Anja Flach jî bal kişand ser gefên rejîma Erdogan ên li ser şoreşa Rojava.

Flach bi bîr xist ku dewletên Ewropayê jî ji aliyê leşkerî û aborî ve alîkariyê didin Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û destnîşan kir ku divê dawî li vê alîkariyê bê anîn.

Di çalakiyê de Jiyan Qamişlo, Rafa Kurd û Koma Efrînê ya govendê derketin ser dikê. Her wiha standên ji xwarin û kincên Kurdî hatin danîn.

Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin komkirin.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jî bi heman armancê pîrozbahiyek hate lidarxistin. Pîrozbahî li qada Vîlla Leon pêk hat û li gel posterên pêşengên şoreşa Rojava alên PYD, YPG û YPJ’ê hatin daliqandin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşmên “Bijî Şoreşa Rojava”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn.

Piştî axaftin û peyamên di pîrozbahiyê de Seyda Perînçek û Şerîf Omarî derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin. Pîrozbahî bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.

ANF

Back to top button