ÇalakîManşêtNûçePYD

Şandeyek ji PADE serdana nivîsgeha partiya me li Silêmaniyê dike

Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeyek ji Partiya Azadî û Demokratîk a Êzîdiyan PADE kir, li nivîsegha nûnertiyê li bajarê Silêmaniyê.

Şandeya mêvan ji cîgerê serokê partiyê parêzer “Şêx Azad”, berpirsyara nivîsgeha jin “Majda Dexîl” û endamên nivîsgeha siyasî.

Nûnerê partiya me “Cawîdan El-Hesen”, endamên nivîsgeha têlkiliyan “Mervan Hesen” û “Bêrîvan Mihemed” pêşwaziya wan kirin.

Di serdanê de, gotûbêj li ser geşedanên dawî yên siyasî yên li ser qada Kurdî û gefên dewleta Tirk ên ji bo destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî din yekkirina nêrîna siyasî û aliyên siyasî hatin gotûbêjkirin ji bo li dijî van êrîşên dijminane bisekinin.

Şandeyê piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya banga sepandina ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast kir.

 

Back to top button