ÇalakîManşêtNûçePYD

Şandeyek MSD serokatiya nû ya hevbeş a partiya me pîroz kir

Şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk, îro serdana partiya me kir li bajarê Qamişlo, ji bo pîrozkirina Partiya Yekîtiya Demokrat bi hilbijartina hevserokatiya hevbeş ya nû piştî li dar xistina kongreyê wê yê 9’emîn di bin drûşmeya “Bi ruhê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriya demokratîk ava bikin”.

Şanda mêvan ji hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîna Omer, hevseroka nivîsgeha têkiliyên Cizîrê Dr Hisên Ezam  Dereya Remdan û endamê nivîsgeha têkiliyan Baqî Hemze.

Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat Asiya Ebdullah û Saleh Muslim û hevserokên nivîsgeha têkiliyên partiyê Mezlûm Xelîl, Erîfe Bekir û endamê nivîsegha ragihandinê Mustafa Abdo pêşwaziya şandeyê kirin.

Di destpêka serdanê de şanda mêhvan serokatiya nû ya hevbeş a partiyê pîroz kir û piştre her du aliyan rewşa siyasî ya herêmê û gefên dewleta Tirkiyê yên derbarê destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî li herêmên bakur û rojhilat Sûriya gotûbêj kirin.

Her du aliyan îşaret kirin ku divê hemû hêzên siyasî û partiyên siyasî bigihin çareseriyeke aştiyane ku hemû mafên gel misoger bike û dawî li aloziya Sûriyê bîne.

Di dawiya serdanê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk piştgiriya xwe ji kampanyaya banga sepandina ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast kir.

Back to top button