ÇalakîCiwanManşêt

Bi sernavê “Na ji koçberiyê re” ciwanên PYD broşorên hişyariyê li herêma Reqa belav dike

Di siya zêdebûna rewşa koçberiya ciwanan ji herêmê û pêkanîna şerê taybet ya elktronîk ji hêla dewletên derve û daxwaza kategoriya ciwanan ji koçberiyê.

Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokrat li herêma Reqa dest bi hemleyk bi sernavê “Na ji koçberiyê” kir bi belavkirina broşorên hişyariyê ji bo rê bigirin li ber koçbberiyê, ciwanan zêdetirî 350 broşor belav kirin, hemleya belvkirinê ji çerxerêya Seetê li Reqa destpê kir heta kolana Til Ebyed û li çerxerêya Neîm li Reqa bi dawî bû.

Di broşoran de nivîs bûn girêdayî wêneyên hişyariyê li ser girîngiya ciwanan di civakê de û armancên welatên derve yên ji bo teşwîqkirina ciwanan ji bo koçberiyê .

Ciwanên partiyê bi vê yekê destnîşan kirin ku ji bo rûbirûbûna şerê taybet ê ku li herêmê li dijî komên ciwanên herêmê tê meşandin, ew xebatên xwe yên hişyarî û rewşenbîrî didomînin û armanca van hemleyan hişyarkirina ciwanan ji koçberkirina  ji bo rola xwe ya  pêşeng di civakê de bigrin.

Back to top button