ÇalakîManşêt

Şîniyên Kobanî ji bo şermezarkirina êrişên Tirkiyê li ber navenda Rûsî protesto kirin

Bi sedan ji şêniyên bajarê Kobanê, li gel rêveberan û endamên saziyên sivîl li bajarê, û endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duh 24’ê Çileyê, li ber navenda leşkerî ya Rûsyaya ya k bi 4 km dikeve Başûê kantona Kobanê li Gundê Til Şeîrê, ji bo şermezarkirina bêdengiya Rûsî li hember binpêkirinên Tirkiyayê der heqê sivîlan li herêmê, û daxwaz kir ku ew berpirsyarê peymana ku agirbestê li herêmê bi cih bînin, û ev rûniştin li dijî êrişan ku bi awayek rojane pêk tê li ser bajarê Eyn Îsa, her wiha êrîşê artêşa Tirk a dagîrker bi balafirek bê mirov li ser xaniyek li başûrê kantona Kobanî.

Ku di van demên dawî de êriş û binpêkirinên Tirkiyê li dijî sivîlan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nemaze li Eyn Îsa û herêma El-Şehba, û bajarên din zêde bûne.

Hêjayî gotinê ye ku nameyek ji hêla Rêveberiya Xweser li herêma Firatê ve radestî Rêveberiya Leşkerî ya Artêşa Rûsî li kantona Kobanî hat kirin, bi şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên li dijî sivîlan û pêwistiya ku Rûsiya li herêmê rola xwe bilîze.

 

Back to top button