DaxuyanîManşêt

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî daxuyaniyek dan raya giştî

Di demek ku em pêşwaziya heftemîn salvegera ragihandina Rêveberiya Xweseriya demokratîk li herêma Cezîrê dikin, ev Rêveberiya ku bûye bingeha demokrasiyê û li ser bingehên azadiya jin û biratiya gelan hat damezrandin, û îro bûye mînakek ku li cîhanê û li herêmê bi giştî û Sûriya bi taybetî, û bi hevdem sêyemîn salvegera êrişa dagirkeriya Turk li ser Efrînê.

Carek din em dibînin ku dewleta Tirk û rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst binpêkirinên xwe der heqê jinan û sivîlan didomîne, û bi hevdema bomberana Tirkiyê li ser herêma Til Rifet û armackirina jin û zarokan li wir, şaneyên DAIŞ’ê sûnên hovane li dijî du jinên rêveber” Seda Fêsel El-Hermas” û “Hind Letîf El-Xutêr” li navçeya El-Şedadê bajaroka El-Deşîşa pêk anî, ku ji baweriyê biarmanca xizmeta civakê bi giştî bikin ketin nav xebatê û di riya serkeftina pirojeya demokratîk û azadiya jinan rola xwe bilîzin.

Ev sûncên hovane ji zihniyeta fanatîkî ya nemirovane derdikeve ku ferqê naxe navbera aîdê jinê yê neteweyek, ji ber ku armanca wan hebûna jinê ya da ku daxwaza wan ên ber bi azadiyê ve kêm bikin, û ew di cewherê xwe de biarmanca ku pêkhateyan li dijî hev bisekinin da ku di navbera gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nakokiyan çêbikin, ku Tirkiya û nûnerê wê li ser wan dixebitin ji dema ku wekî hêmana herî xerab û xeternak di şerê Sûrî de destwerdan kir, lê dema em dîroka jinê vedibêjin em dibînin ku ew tijî binpêkirinên wiha ku herdem çarenûsa wê têkçûne bûn û jin girêdayî ma bi riya têkoşêna xwe ber bi daxwazên xwe yên azadiyê ve, û tê tîtin ku hedefgirtina jinan tên dûbare kirin nemaze li herêmên Rêveberiya Xweser ji hêla gelek aliya ve û di serî de Tirkiya û çeteyên wê û DAIŞ’ê

Tevlîbûna jinan di hemû warên jiyana civakî de ji bo xizmeta civakê û şerê zihniyeta mêraniyê, ku şopek zelal hişt, û li nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mûcizeyek çêkir wê hişt bibe armanca dijminê demokrasiyê û di serî de îdyolojiya DAIŞ’ê û yên ev nêzîkatiyê hildigirin tolhildana ji jina ku qehremaniyê di şerê DAIŞ’ê leşkerî nivîsand.

Di van demên taybetî de pêkanîna van sûncan armanc dike ku berxwedana jina azad bişkîne, nemaze di şoreûa Rojava de ya ku veguherî şoreşek cîhanî û li ser erdê hate wegerandin destkeftiyên rastîn ji bo civakê bi giştî û jinan bi taybetî.

Em Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî, van sûncên hovane şermizar dikin, ya ku giyanê sûncdariyê di DAIŞ’ê û alîgirên wê de rehêjkiriî îfade dike, û em soz didin şehîdan ku tekoşînê bidomînin û pileya wê bilind bikin heta avakirina Sûriya demokratîk a pirreng nenavendî.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî PYNK

24 -1-2021

Back to top button