ManşêtNûçe

Mihemed Emîn: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê sûcên dermirovî pêk tînin

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Mihemed Emîn wiha da zanîn ji ajansa ANHA’yê ku ambargoyên ku hikumeta Şamê ferz kiriye û êrîşên artêşa Tirk a dagirker în li dijî kantona Şehbayê, sûcên dermirovî ne.

Mihemed Emîn bal kişand ser rewşa Şehbayê û got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî ve, ambargoya ku bendên hikumeta Şamê ferz kiriye li aliyekî din ku nahêle madeyên xwarinê û madeyên sereke mîna dermanan derbasî herêmên bibin, her wiha astengkirina tevgera çûn û hatine tevahî sûcên şer in.”

Emîn diyar kir ku ev sûc hemû li pêşberî çavê Rûsya têne kirin ya ku xwe wekî rizgarê gelê Sûriyê yê li Şehbayê nîşan dide, lê çavê xwe li kiryarên dagirkeriya Tirk û şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê girtiye.

Têkildarî paşguhkirina Rûsyayê Emîn anî ziman ku Rûsya bi rêya siyaseta xwe isbat dike ku hevkara dewleta Tirk a dagirker e û wiha gotina xwe berdewam kir:”Şirîka xeniqandina vî gelê ku pirraniya wan koçber in. Em ji bîr nekin ku şewqa kes a Rûsyayê hişt ku hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê Efrînê û gundewarên wê dagir bike.”

Mihemed Emîn bal kişand ser rewşa şêniyên Efrînê û zehmetiya ku ji ber ambargoyê dikişînin û wiha pê de çû:”Raporên navendên lêkolînan û torên mafên mirovan îşaret bi belavbûna nexweşiyan dikin, ji ber derman derbasî herêmê nabin nexweş bi derengî têne dermankirin an jî rê tun ne ku nexweşan bigihînin nexweşxaneyên bajarê Helebê, ji lew ra par hejmara miriyan zêdetir bû û îsal jî xeterî heye.”

Emîn îşaret pê kir ku Qanûna Qeyser bandor li derbara welatiyan kir û got: ” Dîsa jî şirîkê sereke yê ku debara gel xerab kir; bendên derexlaqî yên hikumeta Şamê ne û ev kiriyar dikevin warê hewldana şikandina vîna gel û da ku careke din koçber bibin û dûrî bajarên xwe bikevin.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê got ku hevkariya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de çi hevkariyeke veşartî be û çi eşkere be jî nayê qebûl kirin û ev yek li gotina xwe zêde kir: “Li şûna ku hikumeta Şamê li dijî dagirkeriya Tirk bisekine û wê ji xaka Sûriyê derxîne, ambargo li ser gelekî ku ji gundewarên xwe koçber kiriye û li kantona Şehbayê bi cih bû, ferz dike.”

Emîn da zanîn ku hikumeta Şamê îdia dike ku ew Sûriyê bi rê ve dibe, lê kiryarên wê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re nayê qebûlkirin û got: ” Ev yek îsbat dike ku her du şirîk in, şirîkatiya Şamê ya bi dagirkeriyê re li dijî gelê Sûriyê bi giştî ye û li dijî gelê Efrînê bi taybet e.”

Mihemed Emîn diyar kir ku şêniyên kantona Efrînê bi berxwedan û israrê îsbat dikin ku kes nikare vîna vî gelê bişkîne, ji ber ku di pêvajoya deh salên derbasbûyî de hînî wateya azadiyê, demokratiyê, adaletê û exlaq bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Her çi qasî li dijî me binpêkirin û îxanet werin kirin em dê berxwedana xwe ranewestînin, berxwedana me berdewam e, ji ber ku me ji kaniyê azadiyê vexwariye, dê serkeftin navnîşana sala 2021`ê be û em bi rumetî li bajarê xwe vegerin.”

Back to top button