ManşêtNûçe

Serkeftina Garê serkeftina Kurdistanê ye

Di hevdîtinekê de li gel rojnameya “RONAHΔ, Welat Sedûn got: Di rewşeke wiha hestiyar de parastina xakê û avakirina yekîtiya Kurdî ya herî girîng û pêwîst e, her wiha destnîşan kir ku gelek kes dibêjin serkeftina Garê serkeftina hêzekê ya, lê ya rast ew e ku serkeftina Kurdistanî ye.

Endamê  Buroya Ragihandin û Lêkolînan ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Welat Sedûn, wiha ji me re axivî: “Ji 10 heta 14’ê Sibatê êrişên dewleta Tirkî ya dagirker li ser Garê dom kirin. Bi berxwedaneke bêhempa gerîlayan, ev êriş têk birin, berî ku êriş dest pê bike, Erdogan ji miletê xwe re digot; Ez ê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bidim we. Armanca wî rizgarkirin an kuştina esîrên di destê gerîla de bû. Lê ji ber ku di rizgarkirina wan esîran de hat şikandin, ji neçarî ew kuştin. Ji bo fitneyê û veşartina xwe, Ajansa Anadol nûçeyek belav kir ku destê pêşmergeyan jî di kuştina wan de heye.

Sedûn îşaret kir ku reşwa Erdogan li Tirkiyê li ber çavan e ka gihiştiya çi astê, Partiyên li dijî Erdogan û siyaseta wî li Tirkiyê hartir bûne, wiha lê zêde kir: Çimkî kirîza ku li wê derê çêbûye, ji ya Sûriyê jî kampaxtir e, ji ber wê dixwest li Garê bi ser bikeve û dagirkeriya xwe li Kurdistanê berfireh bike.”

Welat Sedûn axaftina xwe wiha domand: “Planên dewleta Tirkî yên ji bo tinekirina gelê Kurd, dewam dikin. Gelek kes dibêjin serkeftina Garê serkeftina hêzekê ya, lê ya rast ew e ku serkeftina Kurdistanî ye. Çimkî Garê xeta parastinê ye, eger Garê bihata dagîrkirin wê Mexmûr, Şingal, Başûr û Rojava bi hêsanî bihatan dagîrkirin. Eger heta niha Başûr li hemberî van êrişan helwesta xwe diyar nekiribe, pirsgirêk e. Lewra dagirkirina Garê rê li pêşiya dagirkirina Kurdistanê tevî vedike.

Welat Sedûn destnîşaan kir ku Dewleta Tirkî bi hiceta PKK’ê gelê Kurd tine dike, li hemberî van hicetên faşîst, û ji bo têkbirina pilanan divê siyasetmedar, rewşenbîr û gel bi taybetî destekê bidin hêzên xwe û piştgirya wan bikin.”

Endamê Buroya Ragihandin û Lêkolînan ya PYD`ê Welat Sedûn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di rewşeke wiha hestiyar de, ya herî girîng û pêwîst parastina xakê û avakirina yekîtiya Kurdî ye. Jixwe em Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) heta asta dawî piştgirên yekîtiya Kurdî ne. Lewre ya rê li pêşiya êrişan bigire yekîtî ye.”

Back to top button