ÇalakîManşêt

Semînerek li ser xurtkirina siyasî û hiqûqî ji bo jinan hat li dar xistin

Di bin dirûşmeya “Na ji komployê re, Na ji dagirkeriyê re, Na ji tundî re”. Mecilsa jin  ya Partiya Yekîtiya Demokrat semînerek ji bo pêkanîna mafên siyasî û mirovî yên jinan duh 24′ ê Sibatê  li navenda giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat li bajarê Qamişlo hat li draxistin, her wiha bi beşdarbûna hemû jinên partiyên siyasî.

Di destpêka komxebatê de berdevka Partiya Yekîtya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş bixêrhatina hemû beşdaran kir. Bekdaş  bal kişand li ser rola xurtkirin, afrandin û  mafên jinan di her warî de, her wiha diyar kir:” Bi riya vê semînerê em dixwazin azadiyê bingehîn ji nêzîk ve û rewşa jinan gutfugo bikin û bi riya pêşkêşkirina nêrînên cuda, bigihêjin nêrînek serketî û wiha bi dawî kir” ji bo afirandina zagonên ku li gorî bingeha azadiya jinan xwe xurt bikin û jêhatiyên xwe yên siyasî mezin bikin”.

Hevseroka  Desteya Diravî  ya herêma Cizîrê Welîda Hesen jî li ser xurtkirina civakî û rola wê di warê siyasî û aborî de destnîşan kir:” Ev ê berovajî bike di gihştina geşebêdana civakî û têkbirina gelek zirar û nexweşiyan, her wiha (Wlîda Hesen) li ser cudahiya di navbera amadekirin û xurtkirin de jî axivî, û tekez kir ku amdekirina jinan armanc dike bernameyên ku li cîhanê li dijî nexwendayî şer dikin amade bike, û ji nû ve bike nav perwerdeya fermî da ku rêya xwe ya perwerdahiyê biqedîne, û da ku avahiyek serbixwe û hevseng peyda bike”. Her xurtkirin, ew berfiretir e, motîfasyon hêz û baweriyê dide û bi hesht û xweseriya mirovan girêdayî ye û pêvajoya bi karanîna hemû tevgeran bêtir diyar dibe.

Di dawî de derî ji nîqaş û pirsan re hate vekirin da ku çareseriyan li ser pêşketina û bihêzkirina jinan di partiyên siyasî de were dîtin û ji bo semînerên din di pêşerojê de were pêşniyar kirin.

   

    

Back to top button