ManşêtNûçe

Eger dijmin û dostên Kurdan ji hev neyên derxistin, helwesta kurdî nabe yek 

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Ehmed Şêxo got: Divê aliyên kurdî ji qeydên ku ji aliyê dijminên Kurdan ve li dora wan çêkirine, werin rizgarkirin.

Bangên ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî di navbera partiyên siyasî yên kurdî de zêde dibin, girêdayî vê mijarê endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Ehmed Şêxo got: Dijminên Kurdan her tim derfet nedida ku yekitiya Kurdan pêk were û yekitiya Kurdan divê li ser bingehên rast be û nuqteyên sereke tê de hebin da ku nêrîn û helwesta kurdî bike yek.

Ehmed Şêxo destnîşan kir ku dema ku dost û dijminên gelê Kurd neyên naskirin, wê demê nêrîn û helwesta kurdî jî nabe yek.

Şêxo lê zêde kir û got: Pîvanên navneteweyî hene divê erêkirin li ser wan were kirin da ku bibe zemîna lihevkirinê da ku yekitiya neteweyî pêk were.

Ehmed Şêxo tekez kir ku divê hemû aliyên kurdî li doza kurdî vegerin û tişta ku xizmeta gelê Kurd dike, û divê xwedî îrade be bêyî ku hêzên derve destwerdanê bikin heta ku diyalogên PYNK û ENKS`ê bi ser bikevin û bibe cihê baweriya civaka kurdî.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Ehmed Şêxo di dawiyê de tekez kir ku divê aliyên kurdî ji qeydên ku ji aliyê dijminên Kurdan ve li dora wan çêkirine, werin rizgarkirin.

Back to top button