ManşêtNûçe

Sema Bekdaş: Me li ser Lêvegera Bilind a Kurd li hev kir

Ji 7 mehan ve şandeyên PYNK û ENKS`ê ji bo pêkanîna yekitiya Kurd li Rojava dest bi dan û standinan kiriye. Herî dawî di 20`ê Îlonê de civînekli dar xistibûn.

Endama komîteya dan û standinan a şandeya PYNK`ê Sema Bekdaş diyar kir ku di civînên berê de Peymana Dihokê esas dihat girtin û got: “Destpêkê me lêvegera kurdî nîqaş kir.”

Sema eşkere kir ku piştî 10 civînan, PYNK û ENKS`ê mijara lêvegera kurdî bi dawî kir û wiha domand: “Navê lêvegerê bû “Lêvegera Bilind a Kurd”. Her du aliyan li ser 6 bendên girêdayî erkên lêvegerê di paşerojê de têkildarî doza Kurd û herêmên dagirkirî, meşandina xebatan ji bo vegerandina koçberan ji warên xwe re li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, xêzkirina siyaset û stratejiya Kurd li Sûriyê, nûnertiya Kurd li Sûriyê û qadên navneteweyî, nûnertiya jinan di lêvegerê de, parastina destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi taybet destkeftiyên jinan, rêbazên derxistina biryaran û rêziknameya lêvegerê li hev kirin.”

Sema di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku her du aliyan li ser hejmara endamên Lêvegera Bilind a Kurd li hev kiriye ku 40 kes bin, jê 16 ji PYNK’ê, 16 ji ENKS û 8 endamên mayî jî PYNK û ENKS her yek 4 kesan diyar dikin, bi şertê ku ne ji sazî û partiyên girêdayî PYNK û ENKS`ê bin.

Her wiha Sema gotegotên hinek dezgehên çapemeniyê ku îdia dikirin ku Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê li derveyî lêvegerê ne, derewandin û got: “Ev mijar nehat nîqaşkirin. Berovajî wê, em dixwazin hemû tev li dan û standinan bibin. Ji ber ku dûrxistina her partiyek an jî hêzekê li derveyî yekitiya nîştimanî, dê yekitiyê kêm bihêle. Derî li pêşiya hemûyan vekirî ye.”

Di heman demê de, Sema Bekdaş gotegotên têkildarî avakirina lêvegerê derewandin û wiha dewam kir: “Lêveger hîna ava nebûye û nîqaş li ser wê berdewam in. Dema nîqaşên girêdayî mijarên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî bi dawî bûn û her du aliyan li ser li hev kir, wê demê lêveger dê zelal bibe.”

ANHA

Back to top button