ManşêtNûçe

Partiya me salvegera damezrandina xwe ya 17’emîn li Helebê pîroz kir

Di bin drûşmeya” Bi Yekîtiya Demokrat dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriya Demokratîk ava bikin” Partiya Yekîtiya Demokrat civînek gelêrî li Helebê li dar xist bi boneya salvegera dameziraandina 17’emîn ya partiyê, li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi tevlîbûna bi sedan ji pêkhateyên taxê, û nûnerên ji saziyên sivîl û partiyên siyasî li taxa” Partiya Kuminîst a Yekbûyî, Partiya Vîna Gel, Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî, Partiya Yekbûyî ya Demokrat(Yekîtî), Partiya Sûriya Pêşerojê, û kesayetên siyasî.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdan, piştre hinek gotin hatin kirin, Hevseroka Hevbeş a Meclisa Malbatên Şehîdan, Hediye Yûsif endama desteya rêvebr a Partiya Yekîtiya Demokrat, gotina Hevserokê Hevbeş ê Meclisa Sûriya Demokratîk, gotina Rêvebera Kongreya Star, wekî din gotina bi navê Partiya Demokratîk a Kurdî Sûrî.

Gotinan bi giştî salvegera damezirandina partiyê pîroz kirin, her wiha gotinan zelal kirin ku dsamezirandina partiyê di mercên zehmet hat di siya komployên ku çêdibin li ser gelê Kurdî ji bo windakirina nasnameya wê, lê ev zehmetî derbas kir û biserket di çêkirina nsnameya bratiya gelan û jiyana hevbeş.

Çalakî bi beşşdarbûna tîmên Fliklorî ji navenda Cemîl Horo ya çandî û berzkirina drûşmeya.

Back to top button