ManşêtNûçe

Şandeyek ji artêşa Rûsî li herêma Firatê serdana PYD kir

Bi boneya salvegera 17’emîn ya damezirandina partiyê şandeyek ji artêşa Rûsî bi nûnertiya rêberiya hêzên Rûsî li herêma Firatê ceneral Sergey Kryagin serdan hevserokatiya hevbeş Bêrîvan Hesen û û Ehmed Şêxo kir, di dîroka duşemê 21 Eylûnê, her wiha wêneyek bi vê boneyê hat pêşkêş kirin ji aliyê Sergey Kryagin.

Hevdîtin drdora 2 seetan qediya herdu aliyan li ser dozên hevbeş yên li herêmê axivîn û riyên çareseriy yên hemû aliyan razî dikin, hevseroka hevbeş ya partiyê li herêma Firatî tekez kir li ser “Giringiya rola Rûsî di çareseriya van dozan û rola wê yî misogerkirî ji bo parastina herêmê ji destwerdanên derve”, her wiha “Rûsiya hat rexne kirin ji ber ku bi erka xwe ranebû li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî”.
Di vê çarçoveyê de tekez hat kirin li ser xebata hevbeş ji bo nedûbarkirina tiştê ku çêbû li van herêman, wekî di ji karê hevbeş ji bo rizgarkirina hemû xaka Sûriya yên dagrkirî.

Ji aliyê xwe ve Sergey Kryagin pesnê rola Partiya Yeîtiya Demokrat kir li herêmê û rola wê yî pşerojê di çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi giştî, û soza cineral Sergey Kryagin ku bi erka xwe rabe ji bo nedûrbarkirina tiştê ku çêbû di sale borî de wekî din zêdekirina kordînasyona hevbeş ji bo derketina Sûriyeyê ji aloziya wê yî heyî.

Back to top button