ÇalakîManşêtNûçe

şaredariya Firatê şahiyek li darxist

Duh şaredariya bajarê kobanê bi boneya serkeftina hilbijartinên şaredariyên Bakurê kurdistanê şahiyek li dar xist.

Beriya bernameyê şahiyê despêbike şênî deqeyek rêzgirtin li ser ruhê şehîdan rawestiyan.

Piştra li ser navê PYD Salih Nûh axivî û got : em  bi navê PYD têkoşîna gelê Bakur pîroz dikin û bal kişand ku ev pêvajoya em di bin şert û mercan giran dibin û dewleta tirk ya dagirker bi her awayî dixwaze gelê kurd tune bike.

Her wiha di şahiyê de li hember dagirkeriyê şêniyên bajarê kobanê helwesta xwe dan û gotin em ê dagirkeriyê bi yekêtiya gelê kurd têk bibin.

Di dawiyê de bi siloganên bijî berxwedana gelê Bakur şahî bi dawî bû.

Back to top button