ÇalakîManşêt

Şandeyek ji partiya me serdana Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê kir

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, duh roja Yekşemê, di dîroka 6’ê Pûşperê, serdana Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê kir.

Şandeya ku serdan kir ji hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat “Enwer Muslim”, “Rohat Mele Xelîl” û “Xelîl Osman” hevserokê Buroya Têliliyan di partiyê de, pêk hat.

Şande ji hêla seroka Buroya Şepêlê Narîn Metînê, Duniya Îbrahîm, Jiyan Daood û Mihemed Emîn Reşîd endamên di Şepêlê de, hatin pêşwazî kirin.

Di der barê serdanê de li ser rewşa siyasî ya heyî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet hat behs kirin, her wiha hat tekez kirin li ser jiyana hevbeş di navbera tevahiya pêkhateyan de, û kar bikin ji bo berjewendiya projeya Netewa Demokratîk.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Dmeokrat Enwer Muslim di axaftina xwe de tekez kir li ser pêwistiya dîtina hevbeş û helwestên sabit ber tevahiya aliyan, bi taybet di karê siyasî de, wekî din got ku armanc ji mîna van serdanan ew e xebata komî di çarçoveyek Demokratîk ji bo hemû pêkhateyan, partiyên siyasî û saziyên di Rêveberiya Xweser de heta ku em li hember hêzên dijmin bisekinin û biserkevin.

Di der barê dyaloga kurdî-kurdî û lihevkirina di navbera aliyên siaysî Metînî got: Lihevkirina kurdî-kurdî wê bibe alîkar di avakirina rewşeke baş di sînaryoya siyasî ya Sûrî de, ji ber ku ew li ser helwesta kurdî ya yekgirtî di hemû waran de îfade dike, di riya avakirina “lêvegerek kurdî” ku hêza wê heye nûnertiya gelê Kurd di hemû forûmên navneteweyî de bike.

   

Back to top button