ÇalakîManşêt

PYD li Lubnanê rêze civînan li dar dixe

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi kordînasyona Kongreya Star re, rêzcivîn li çend herêmên Lubananê li dar xist, bi beşdarbûna hemû endaman.

Civînnên hatin li dar xistin bi deqeyek rêzgirtin destpêkir ji bo giyanê şehîdan, piştre hinek gotin hatin kirin, bi navê Kongeray Star Netewî Xemgîn, wekî din Ebdul Selam Ehmed nûnerê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya li Lubnanê.

Di gotinan de li ser rewşa siyasî û geşdanên dawî li ser qada siyasî hat behs kirin, bi taybet li ser bûyera dawî ya li Minbicê çêbû, di gotinan de hat tekez kirin li ser fitneyên ku çêdibin ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê, ev fitne ji bo xistina pêkhateyan bi hev e, divê em li hember wê bisekinin, ji ber ku Rêveberiya Xweser li seranserî salan ve xwe îsabt kir bi serkeftina projeya wê ya Demokratîk ya li ser bingeha bratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye avakirin.

Her wiha gotinan tekez kirin ku projeya Rêveberiya Xweser ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku ew projeya tekane ye ku bibe modelek ji Sûriyayê bi giştî.

Gotinan tekez kirin li ser pêwistiya hevgirtina gelê herêmê ji bo li dijî komployên ji hêla dijminên azadiyê bisekinin, yên ku dixwazin vîn û berxwedana pêkahteyên bakur û rojhilatê Sûriya têk bibe.

  

Back to top button