ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana buroya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji partiyên siyasî, pêk tîne, şandek ji partiya me 6’ê Pûşper, serdana buroya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî kir.

Şande ji “Enwer Muslim” hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê û “Rohat Mela Xelîl” û “Xelîl Osman” hevserokê buroya têkiliyan di partiyê de pêk hat.

Her wiha di pêşwaziya wan de Sekretêrê Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî  Cemal Mela Mehmûd, Fethellah Hiso û Cemal Hemo endamên buroya siyasî yêpartiyê û Nazim Derwîş endamê komîteya navendî yêpatiyê.

Di axaftina xwe de, herdu aliyan li ser rola partiyan di Rêveberiya Xwesr li bakur û rojhilatê Sûriya û mekanîzmeya piştgirî, pêşxistin û danûstandinên nêrîn di komxebata giştî de axivîn, her wiha li ser diyaloga Kurdî-Kurdî û rewşa siyasî û aborî li herêma Cizîrê bi giştî nîqaş kirin.

Herdu aliyan tekezî li ser hevkarî, kordînasyona di navbera hemû partiyan de, danûstandinên serdanan di navbera wan de û dayîna çareseriyên guncaw ji pisgirêkên navxweyî ji bo bejewendiya giştî, kirin.

 

Back to top button