ÇalakîManşêt

Şandeyek ji meclisa Jinên PYD serdana buroya Partiya Muhafezekar a Demokrat kir

Şandeyek ji têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de îro di dîroka 13 Adarê serdana, buroya Partiya Muhafezekar a Demokratîk li Qamişlo kir, ji bo xurtkirina têkiliyan di navbera her partiyan de, û ji bo li ser rola jinê di partiyên siyasî de biaxivn.

Şandiya ku serdan kir ji: Rozelîn Bekir û Şadiya Omer endamên di Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk hat.

Her wiha Emel El-Rebîo rêveberiya buroya jin di Partiya Muhafezekar a Demokratîk pêşwaziya wan kir.

Di der barê hevdîtinê de her du aliyan li ser rewşa jinê li herêmên bakur û rojhilat Sûriya axivîn, û pêwistiya çalakirina rola wê di paritên siyasî de bi awayekî çalaktir.

Her wiha her du aliyan îşaret kirin li ser pêwistiya guhertina zihniyeta Baviksalarî, û avakirina wekheviyê di navbera her du zayendî li ser hemû astan ji bo azadkirina ramanê jinê.

Her wiha pesnê rola têkoşer kirin ya ku jinê pêk aanî li ser qada siyasî, leşkerî û bi berxwedana ku pêk tîne li hember siyasetên Şofînî.

Her du aliyan îşaret kirin li ser pêwistiya li darxistina semîneran ji bo jinan li tevahî herêmên bakur û rojhilatê Sûriya.

Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya çalakirina mîna van serdanan ji bo li hember siyasetên ku armanca wan şiknandina vîna jinê û ramanê wê yî azad, bisekinin.

Back to top button