ManşêtNûçe

Efrîn.. girtin û windabûna herî kêm 13 kesan ji destpêka Adarê

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakur û rojhilatê Sûriya girtin û windabûna herî kê 13 kesan li bajarê Efrînê ji destpêka vê mehê ji hêla çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê piştrast kir .

Ev di nava operasyonên serdgirtina malan ya rojane û girtina svîlan û revandina wan bi armanca xwestina fidyeyê û ne hiştina zanîna malbatan cihê wan.

Her wiha navendê îşaret kir ku herêmên di bin serweriya dagirkeriya Tirkiyeyê li bakur û rojhilatê Sûriya di meha çûyî de bû şahidê girtina 90 welatiyan, îşaret kir ku hejmara rastîn ji wiha zêdetir e , wekî din rewşên girtinê, her wiha kuştina sivîlan di bin îşkenceyê de hat şopandin û belgekirin, û rewşên cuda ji binpêkirinan.

Back to top button