ÇalakîManşêt

Şandeyek ji Desteya Çandê serdana navenda partiya me li Qamişlo kir

Şandeyek ji Desteya Çandê, îro serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Qamişlo kir, ji bo li ser pêşketinên dawî û projeyên çandê li bakur û rojhilatê Sûriya biaxivin.

Şandeya ku serdan kir ji Rewda Hesen hevseroka Destea Çandê li herêma Cizîr, Ronahî Hesen cîgera Desteya Çandê li bakur û rojhilatê Sûriya, Ebdullah El-Mecîd Xelef ji lijneya Edebiyat û Ebûd Mixso ji Yekîtiya rewşenbîrê Cizîrê, pêk hat.

Şande ji hêla berdevka ferîm bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Sema Bekdaş, hevserokê buroya raghandin û lêkolînê Qereman Mamed û endama Meclisa Jin Rozelîn Bekir pêwaziya wan kir.

Nîqaş li ser çawaniya piştgiriya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji pêşengeha pirtukan ya ku wê çalakiyên wê di dîroka 29’ê tîrmehê destpê bike hat kirin.

Cîgera Desteya Çandê ya bakur û rojhilatê Sûriya Ronahî Hesen got: Wê ev pêşengeh li ser asta Rojhilata Navîn be, wekî din wê wşanxaneyên gelek dewletên erebî beşdar bibin, û ji her parçeyên Kurdistanê, her wiha wê di pêşengehê de semînerên berfireh bên kirin, li gorî çavdêran.

Berdevka fermî ya bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê Sema Bekdaş tekez kir li ser piştgiriya wan ji vê pêşengehê re, ji ber ku ev însyatîfa ji Desteya Çandê gelekî giringe ji ber ku piştgiriya xwendinê dike.

Hêjayî gotinê ku çalakiyên pêşengeha yekemîn di 20’ê tîrmeha 2017’an destpê kir, ev dîroka şehadeta têkoşer û nivîskar Hesen Şawîş e, pêşengeh tê ji bo bîranîna wî û bi navê “Herekol” e.

 

 

Back to top button