JinManşêtNûçe

Şerîfa Hesen: Hêza me di yekîtiya me de ye

Di 17’ê Hezîrana 2021’an de Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê bi awayekî hovane hate kuştin li ser destê kojereke ji hêla rêjîma faşîzim a Tirk.

Têkildarî vê mijarê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yektiya Demokrat PYD Şerîfa Hesen got: Dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve tevahiya êrîşên xwe li ser jinan pêk tîne, ji ber ku ew dizane ku tevgera me bi jinê xurt dibe, her wiha bang li tevahiya jinên cîhanê kir ku li dijî kiryarên ku der heqê jinan pêk tê bisekinin.

Şerîfa Hesen di destpêka axaftina xwe de got: Dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayên xwe yên hovane êrîşên xwe li ser herêmên me pêk tîne bi taybet der heqê jianan, hedefa dewleta Tirk têkbirina projeya me ya demokratîk e, em weke tevger çiqas dewleta Tirk fitneyan, lîstok an komployan çêbike li dijî gelê me, bi îrade û yekîtiya me wê tu carî bi sernekeve.

Dewleta Tirk ji destpêka şoreşa me ve tevahiya êrîşên xwe li ser jinê pêk tîne, ji ber ku ew dizane ku tevgera me bi jinê xurt dibe, û bi jinê şoreşa me pêş dikeve, şoreşa me bi şoreşa jinê hate naskirin, dewleta Tirk a dagirker dixwest ku di şexsê jinê ve derbeyeke mezin li me bixe, bûyera herî dawî jî di şexsê Denîz Poyraz pêk anî, berî wê jî hevala Hevrîn Xelef û Zehra bû, gelek jinên meyî din ku dewleta Tirk ew kirin armanc.

Hesen diyar kir ku faşîzma Tirk di şexsê van jinên siyasetmedar de pilanên xweyî herî qirêj pêk tîne, dixwest derbeyekê li tevgera me bike, xwest di riya jinê de pilanên xwe biserbixîne, lê tiştê ku hate diyarkirin ku dewleta Tirk çiqas bixwaze êrîşan li ser herêma me û dişexsê jinan bike, wê nikaribe bi serbikeve ji ber ku siyaseta me siyaseteke demokratîk e armanca me ya sereke avakirina projeyekî demokratîk e, em hemû beşên jiyanê û pêkhateyan hembêz dikin.

Li herêmên ku ji hêla dewleta Tirk  hetiye dagirkirin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, em dibînin ku ew di riya çeteyên xwe dewleta dagirker a Tirk kiryarên herî qirêj der heqê jinan pêk tîne weke revandin, destdirêjkirina jinan, ev tiştekî ne exlaqî û dermirovî ye divê bên muhasebe kirin.

Şerîfa Hesen îşaret kir ku em weke jin di heman demê de, wê helwesta me li dijî dewleta Tirk yek be, em jin xwedî fikr û felsefeyekî neteweyî ne, çiqas êrîşan li ser me pêk bînin wê tu carî neghêjin armanca xwe, şoreşa me di şexsê jinê de hetiye avakirin û şoreş me wê bi jinê biserkeve.

Herî dawî de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Şerîfa Hesen bang li tevahiya jinên cîhanê kir ne tenê jinên kurd ku bila helwseta me yek be, em li dijî faşîzmê zilm û zora ku li ser me pêk tê bisekinin, destê xwe bikin yek, em parastina hev bikin, hêza me di yekîtiya me de ye.

Back to top button