ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana buroya Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne, ji bo partiyên siyasî, îro di dîroka 20’ê Poşperê de şandek ji partiya me serdana buroya Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê li Qamişlo kir.

Şandeya ku serdan kir ji hevserokatiya buroya têkiliyan di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD “Xelîl Osman û Rohat Mele Xelîl” pêk hat, her wiha endamê buroya têkiliyan di partiyê de “Şêx Raxib El-Faris”.

Sekretêrê Partiya Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê “Mihemed Remdan Şêxî”, û endamê lijneya navendî ya partiyê “Şelal Hesen”, endamên buroya jin di partiyê de, “Zehra Cemîl” û “Wedha Ebdul Ezîzî” pêşwaziya şandeyê kirin

Di derbarê serdanê de li ser rewşa siyasî û aborî û geşdanên dawî li herêmê bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet hat behs kirin, her wiha Yekîtiya Kedkaran piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriya îfade kir.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya domandina van serdanan û danûstendina nêrînan ji bo hevsengiya di navbera hemû partiyên siyasî de, û xurtkirina têkiliyên biratiyê û jiyana hevbeş di navbera tevahiya pêkhateyên herêmê.

   

Back to top button