ManşêtNûçe

Şandeya Rêveberiya Xweser li gel parlamenterekî Belçîkayê civiya

Şandeya Rêveberiya Xweser ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Belçîkayê Hozan Ehmed pêk hat. Şandeyê li gel parlamenterê Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de Dr. Ebdulkerîm Omer bal kişand ser nebûna asoyên çarseriya siyasî li Sûriyeyê û got: “Ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyeyê, tu tevgerên çalak tune ne. Hin hewldan di pêvajoyên borî de hatin kirin lê belê ji ber berjewendiyên herêmî û navneteweyî bê encam man. Her wiha aliyên ku îdia kirin ku ew hewl didan çareseriyê pêk bînin, hêviyên sûriyeyiyan temsîl nekirin.”

Omer îşaret bi bandorên nebûna çareseriya siyasî li ser rewşa mirovî kir û ev tişt gotin: “Paşguhkirina civata navneteweyî berpirsyariyên xwe li Sûriyeyê, pêşeroja Sûriyeyê rû bi rûyî gelek îhtîmalan dihêle. Metirsî hene ku aloziya mirovî bigihêje asteke wisa ku çareserkirina encamên wê pir zehmet bibe. Nemaze êrişên li dijî sivîlan li deverên cuda dubare dibin û ev yek bandoreke mezin rewşa xizmetê dike.”

Omer bal kişand ser êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî û wiha domand: “Ev êriş yekser li dijî binesazî û navendên stratejîk bûn. Ji ber wê bi milyonan welatiyên herêmên hatine topbarankirin, ji xizmetên jiyanî bêpar man. Li rex wê jî bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Omer, behsa însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo pêşwazîkirina penaberên sûriyeyî jî kir û ev tişt anîn ziman: “Li ser bingehên nîştimanî û mirovî ev însiyatîf hat ragihandin. Rêveberiya Xweser bi rêya însiyatîfê ragihand ku ew amade ye penaberên sûriyeyî pêşwazî bike. Lê bi şerta ku vegera dilxwazî, ewle û bi sponseriya NY`yê be.”

Girêdayî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ`ê jî Omer ev nirxandin kir: “Em mecbûr man ku vê gavê bavêjin. Ji ber ku civata navneteweyî tevahî bangewaziyên me der barê lidarxistina dadgehekê li herêmên me ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê de paşguh kirin. Rêveberiya Xweser bi israr e ku dadgehan bi çavdêriya navneteweyî û bi awayekî zelal û aşkera pêk bîne. Helbet wê qanûn û pîvanên navneteweyî di ber çavan re bên derbaskirin.”

Parlamenterî Partiya Demokratîk a Mirovî ya Belçîkayê Georges Delmon jî wiha axivî: “Li gorî nêrîna me rewşa li Rojhilata Navîn aloztir dibe. Bi rastî pirsgirêkên bi girêk hene û pêwîstiya wê bi niyetên durist ên navneteweyî hene ku çareseriyên guncew jê re bên dîtin. Aloziya Sûriyeyê, yek ji wan aloziyan e ku heta niha çareser nebûye. Em di wê baweriyê de ne ku di her çareseriyekê de divê rêz ji vîna sûriyeyiyan re bê girtin.”

Têkildarî biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyên DAIŞ`ê, Delmon wiha anî ziman: “Em baş fêm dikin çima Rêveberiya Xweser dixwaze vê gavê biavêje. Lê belê em şaş mane çima civata navneteweyî bangewaziyên Rêveberiya Xweser ên ji bo çareserkirina vê pirsgirêka xetere paşguh kiriye. Ev pirsgirêk ne tenê li ser Rêveberiya Xweser barekî giran e lê belê ji hêz û defetên dewletan mezintir e ku bikarin çarser bikin. Hebûna ewqas hejmar ji çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, li ser herêmê xetere ye. Ger teror dîsa vegere, dê darbe li ewlehî û îstiqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide. Dê careke din ji bo Ewropa û cîhan tevda bibe pirsgirêkeke ewlehiyê ya mezin.”

Delmon dawiyê destnîşan kir ku rewşa mirovî ji ber êrişên domdar ên li dijî herêmê xirabtir bûye û got: “Em dizanin rewşên mirovî yên li wir ji ber şerê zêdetirî 10 salan berdewam dike, xirabtir bûye. Êşên şêniyan li hin deveran di vê dawiyê de girantir bûne. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, ji ber hedefgirtina navendên xizmetê ji aliyê Tirkiyeyê ve êşa welatiyan zêdetir bûye. Ji ber hedefgirtina jêderên jiyanê yên sivîlan em xemgîn û bi fikar in. Civata navneteweyî li hember binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî jî bêdeng e.”

ANHA

Back to top button