ManşêtNûçeRêveberiya Xweser

Şandeya Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê bi partiyên siyasî re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Umer û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Danîmarkayê Dara Mistefa û Alan Mensûr duh bi şandeyeke Partiya Gel a Sosyalîst a Danîmarkayê re hevdîtinek pêk anî.

Heyeta partiya Danîmarkayê ya ji cîgirê serokê parlamentoya Danîmarkayê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Carsten Hong, şêwirmendê siyasî yê bloka partiyê ya li parlamentoyê Klaus Piergord, endamê parlamentoyê Serdal Benley û parlamenterê berê yê Parlamentoya Ewropayê Bernella Frahm pêk dihat.

Di civînê de rewşa heyî û geşedanên dawîn ên Rojhilata Navîn û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin, li gel rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, aloziyên aborî, siyasî û ewlehî ku rastî Rêveberiya Xweser tên, li rex zêdebûna tevgera DAIŞ’ê û êrişên dagirkeriya Tirk ku binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzariyê dikin hedef.

Di dawiya civînê de rayedarên partiyê got ew bi Rêveberiya Xweser re di heman nêrînê de ye û soza xwe ya ji bo hevkarî û lêgerîna çareseriyên hevbeş ji bo mijarên ku nîqaş li ser hatine kirin, piştrast kirin. Ev yek jî meyla partiyê nîşan dide ku piştgiriyê bidin çareseriyên domdar ji bo zehmetiyên ku li herêmê rû didin.

Şandeya Rêveberiya Xweser beriya vê jî li avahiya parlamentoya Danîmarkayê bi gelek parlamenter û kesayetên siyasî re civiyabû.

Back to top button