ManşêtNûçe

Şandeya Rêveberiya Xweser bi serokê hikumeta Katalonyayê re civiya

Duh, şandeya Rêveberiya Xweser li navenda hikumeta Barcelona bi serokê hikumeta Katalonyayê re civiya.

Şandeya Rêveberiya Xweer ji hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropa Ebdulkerîm Omer û hevseroka Partiya Suryanî Nezîra Gewriye pêk dihat. Serokê hikumeta Katalonyayê Pira Aragones ew li navendê hikumetê pêşwaz kir.

Di hevdîtinê de serokê hikumeta Katalnoyayê Pira Aragones li ser piştgiriya welatê xwe ji Rêveberiya Xweser re di tevahî aliyên siyasî, mirovî, aborî û geşepêdanê axivî.

Pira Aragones rola ku Rêveberiya Xweser di têkbirina çeteyên DAIŞ′ê de lîstiye pîroz kir û got di oxira parastina ewlehî û îstîqrara herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê piştgirî û alîkariya Rêveberiya Xweser were kirin.

Pira Aragones anî ziman ku ew ê di geşekirina têkiliyên her du aliyan de dewam bikin û got ew amade ye bibe dengê gelê herêmê da ku doza wan bigihîne platformên navneteweyî.

Li aliyekî din jî hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd helwesta hikumeta Katalonya û gelê wê ya piştgiriya Rêveberiya Xweser û doza gelê herêmê û hewldanên hikumeta Katalonyayê ji bo piştgiriya ewlehî û îstîqrarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, silav kir.

Çiya Kurd îşaret bi naskirina Rêveberiya Xweser ji hêla parlamentoya Katalonayê kir û got ev gav nîşaneya kûrahiya têkiliyên dostaniyê yên her du aliyan e.

HEVBEŞIYÊN DI NAVBERA PÊKHATEYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ Û GELÊ KATALONYAYÊ DE

Çiya Kurd anî ziman ku di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek hevbeşî hene û wiha pê de çû. “Em ê hewldanên zêde pêk bînin da ku bi hev re xebatên hevbeş û têkiliyên dostaniyê mezin bikin.”

Der barê astengiyên li hember Rêveberiya Xweser li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê de Çiya Kurd wiha axivî: “Ev êriş bi awayekî sereke li dijî wêrankirina cihên stratejîk û hedefgirtina qûta welatiyan in. Ji lew re ev êriş, li gorî qanûnên navneteweyî, dikevin xana sûcên şer û sûcên dermirovî.”

Çiya Kurd di dawiyê de got divê civaka navneteweyî bi erkên xwe rabe, van sûcan bi dawî bike û di heman demê de piştgiriyê bide hewldanên Rêveberiya Xweser û hevalbendên wê yên pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Back to top button