ManşêtNûçe

Şandeya Qirgizisatnê serdana Rêveberiya Xweser kir

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robêl Beho, endamê Desteya Rêveberiyê Xalid Îbrahîn û nûnera YPJˊê Lana Hisên şande pêşwaz kir.

Cîgirê hevserokata Daîreya Têkiliyên Derve Robêl Beho di civînê de wiha got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tevahî hêmanên jiyanê wêran kirin. Armanca wê koçberkirin û penaberkirina milyonan welatiyan ji herêmê ye. Ew yek binpêkirina mîsaq û qanûnên navneteweyî bi taybet peymana Cinêvê ye. Ev hemû li gel bêdengiya civata navneteweyî pêk tê.”

Beho diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Rêveberiya Xweser zirarê digihînin têkoşîna li dijî DAIŞˊê, xebata derxistina malbatên DAIŞˊê qels dikin, her wiha li gorî agahiyan DAIŞ van êrişan derfet digire û rêxistina xwe xurt dike.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Kîrgizîstanê Bakit Kadyrov got komara Kîrgizîstanê fedakariyên Rêveberiya Xweser û QSDˊê li dijî DAIŞˊê dane, nas dike.

Kadyrov spasiya Rêveberiya Xweser û QSDˊê li ser alîkariya vegerandina welatiyên wan kir.

Di dawiyê de 72 zarok û 27 jinên ji malbatên rêxistina DAIŞˊê li gorî wesîqeyka fermî ya di navbera her du aliyan de radestî şandeyê hatin kirin.

Back to top button