ÇalakîManşêt

Şandek ji Têkiliyên Jin ya PYD’ê serdana Partiya El-Wifaq li Qamişlo kir

Şandek ji Têkiliyên Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) 6’ê Sibatê serdana buroya Partiya El-Wifaq li Qamişlo kir, bi armanca xurtkirina têkilêyên di navbera hemû partiyên siyasî de.

Şande ji Şadiya Omer û Rozelîn Bekir endamên Têkiliyên Jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêk hat, her wiha di pêşwaziya wan de Emel Xelîl Husîn, Edîba Husîn, Awaz Muhemed û Elmaza Muhemed endamên Partiya El-wifaq.

Emel Husên di axaftina xwe de diyar kir ku jin bigeha avakurina civakê ye, tekez kir li ser pêwîstiya çalakirina têkiliyan û hevdîdinan di navbera jinên partiyan de.

Rozelîn Berkir jî li ser qonaxa heyî axivî, û zelal kir ku divê jin di vê qonaxa hesas de bi hêztir be, îşaret kir ku dîroka Kurdî tijî jinên ku xwe ji bo azadiya xwe û azadiya welatê xwe feda kirin , di dawiya axaftina xwe de Bekir tekez kir li ser pêwistiya em bibin yek dest da ku em li hember zihniyeta mêran biserkevin û di biryaran û pêkanîna wê mafdar bin.

Şadiya Omer îşaret kir ku azadiya jin bi hêsan nayê û gelek hewildan û berxwedan hewcedike da ku bigihêje armancên xwe.

Herdû aliyan di hevdîtina xwe de destnîşan kirin ku destkeftiyên jin di pêşerojê de ji bo wan misogerk e, û pêdiviya ku xwe de qada siyasî de  xurt bikin.

Di dawî de herdû aliyan tekez kirin li ser pêwistiya bi hev re xebat bikin, û xurtkirina têkiliyên jin di partiyên siyasî de.

Back to top button