ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me bi Partiya kesk û Aştiya Demokrtîk re civiye

Şandek ji Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, 16’ê Mijdarê serdana nivîsgeha partiyên(Partiya Kesk a Kurdistanê û Pariya Aştî ya demokratîk) kir.

Şande ji Qehreman Mamed hevserkê nivîsgeha Ragihandin û Lîkolînê û Rohat Mele Xelîl hevseroka nivîsgeha têkiliyan pêk hat.

Di derbarê serdana wan li nivîsgeha Partiya Kesk a Kurdistanê de, Şêrîn Ebas hevseroka nivîsgeha têkiliyan, Delal El-Şemî endama nivîsgeha jin û Mihemed Ehmê endamê nivîsgeha ciwan û ragihandinê ya Partiya Kesk, di pêşwaziya wan de bûn.

Şandeya partiya me diyar kirin ku armanca vê serdanê, girîngiya tevlîbûna hemû patiyan bi kampaniya haştag a Kurdistanî û cîhanî, ji bo rakirina navê terorê ji Partiya Karkerên Kurdistanê ye.

Li gel vê serdanê, şandeya partiya me serdana nivîsgeha Partiya Aştî ya Kurdistanê, ku di pêşwaziya wan de Silêman Hemê hevserokê nivîdgeha têkiliyan a Partiya Aştî ya Demokratîk, Evîn Faûr endama têkiliyan di partiyê de, Renda Xidir endama nivîsgeha jin û Mihemed Hisên berpisyarê meclisa Qamişlo a Partiya Aştî ya Demokratîk.

Di hevdîtinê de, hevserokê nivîsgeha Ragihandinê û lîkolînê Qehreman Mamed li ser kampaniya elektronîk a ku Partiya Yekîtiya Demokratîk tevlî wê bû wek endamek rêxistinî ji vê çalakiya mediya, ji bo rakirina navê terorê ji Partiya Karkerên Kurdistanê, axivî.

Qehreman Mamed got: “Erkê hemû Kurdistaniyan û hêzên demokrat, tevlî vê çalakiyê  bibin, ji ber rola wan li ser asta Kurdî bi giştî heye.”

Mamed destnîşan kir ku malperên medyaya civakî rola wê ya girîng di bandorkirina li ser raya giştî ya cîhanî û eşkerekirina rastiyan ji cîhanê re hene.

Aliyên hevdîtinê li ser girîngiya pêşxistin û xurtkirina têkiliyan di navbera hemû partiyên siyasî de tekez kirin, her wiha piştrast kirin ser piştgiriya vê kampaniyê li ser asta siyasî û civakî de.

Di dawiya her du serdanan de, şandeya patiya me biroşorên taybet bi vê kampaniyê pêşwazî wan kirin.

Ev serdanan, di çarçoveya çalakiyên partiya me di tevlîbûna wê di Meclisa Ragihandina elekitronîk ya Kurdistanê de tê.

   

Back to top button