DaxuyanîManşêt

Girtina hevalên me dê têkoşîna meya demokratîk nesekine

Di dema ku tevahî alî hemû awayên pêvçûnan red dikin, û bi bangên ji bo yekîtiya hewildanan ji bo parastina destkeftiyên ku kurdan bidesxistine li ser asta Kurdistanî di riya diyalogê de, di demên dawî de hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê hinek ji têkoşerên partiya me girtin di çarçoveya tengbûna li ser azadiya raman û bêdengkirina dengên têkoşerên me û li hember berfirehkirina berxwedanê û tepisandina dengê têkoşînê û hevgirtina di navbera gelê kurd, û ji domandina têkoşînê wan bêpar bikin, tevî hemû daxwazên me yî berê û bangên me yên domdar, û tevî derbasbûna vê demê hîn jî çarenûsa hevalên me nayê nasîn û agahiyên li ser wan tune ye.

Ev binpêkirinan wê rewşê zêdetir kur bike û aloziyan xirabtir bike, û girtina hevalên me di Partiya Yekîtiya Demokrat de xuya dibe ku partiya me armanc dike û pêkanîna siyaseta dijmin e yên ku hemû hewildanên wan di qirkirina kurdan têk çû, û tu wesîle li gel wan nema ji xeynî belav kirina pêvçûnên kurdî û xistina kurdan bi hev.

Partiya me têkoşîn kir û hîn jî bi awayê demokrat têkoşîn dike, her dem helwestên wê yê avaker hebû û piştgiriya diyalogê dikir û çareserkirina pirsgirêkan bi demokratîkê, danîna çareseriyan ji biprsgirêkan bi awayekî demokratîk, lêbelê tekoşîna meya demokratîk tenê bi bersivek antîdemokratik tê kirin, ya herî dawî jî girtina endamên partiya me bû.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, van tedbîrên tepisandî der heqê têkoşerên partiya me şermezar dikin, û em di desrbestberdana wan bi îsrarin, ji ber ku wan tu tawan nekirine ku bên cezakirin ji xeynî endamtiya wan ji partiya me re, yê ku bi karê siyasî yê demokratîk bawer dike, her wiha em bang li aliyên têkildar dikin ku şopandina mîna van provakasyonên bi vî rengî bi dawî bikin, ku ji rêgezên herî hêsan ên mafên mirovan û nirxên neteweyî dûr in û bê hincetek in, em bang li hemû hêzên neteweyî, demokratîk, partî û rêxistinên parastina mafên mirovan dikin, ku kar û hevkariyê bi partiya me re bikin, ji bo berdanan hevalên me yên girtî.

Meclisa Giştî ya Partiya yekîtiya Demokrat (PYD)

2021-7-27

Back to top button