ManşêtNûçe

Berdewamiya binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Erfînê

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya, dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî welatiyan roj bi roj zêde dibe. Çeteyan bi hincetên cuda 3 kes ji navçeyên Raco û Mabata revandin.
Li aliyê din jî, dagirkeran 150 welatiyên kurd ên ku ji Efrînê revandibûn û biribûn girtîgeha Kilisê, veguhestin girtîgeheke çeteyan ya li gundê Kefer Cenê.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe li Efrînê rojane her cure hovîtiyê li dijî welatiyan pêk tînin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan kesê bi navê Ciwan Şêx Ehmed yê 33 salî yê ji gundê Şêx yê bi ser navçeya Raco revand û birin girtîgeha çeteyan ya li navçeyê.

Li gundê Bedîna yê bi ser navçeya Raco jî, çeteyan kesê bi navê Mihemd Ehmed Necar revand û di berdêla berdana wî de pere girtin.

Li gundê Kaxrê yê bi ser navçeya Mabata jî çeteyan kesê bi navê Mihemed Ehmed Enter yê 60 salî revand û di berdêla berdana wî de 4 hezar dolar jê girtin.

Dagirkeran 150 welatiyên Kurd ên li girtîgeha Kilîsê girtîbûn, radestî çeteyan kirin

Li gorî navenda Belgekirina Binpêkirinên li Bakurê Sûriyê çeteyên dewleta Tirk ji destpêka vê mehê de, 65 kes revandin.

Li aliyê din, hate zanîn ku istixbarata dewleta Tirk 150 welatiyên kurd ên ku ji Efrînê revandine û li girtîgeha Kilisê a li Tirkiyê girtî ne, veguhestin girtîgeheke çeteyan ya li gundê Kefer Cenê ku di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Şamiyê de ye.

Back to top button