ÇalakîManşêt

Şandek ji Partiya Demokrat a Kurdî a Sûrî serdana buroya (PYD) li Firatê kir

Îro, 28’ê Tîrmehê, şandek ji Partiya Demokrat a Kurdî a Sûrî serdana buroya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li herêma Firatê kir, ji bo li ser geşedanên dawî li herêmê bi giştî, û li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi taybet biaxivin.

Her wiha di pêşwaziya wan de “Enwer Muslim” hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat, û endamên ji meclisa giştî û buroya têkiliyê di partiyê de.

Nîqaş li ser rewşa siyasî li herêmê û pêdiviya alîkariyî û koordînasyon di navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî de, hat kirin, her wiha herdû aliya tekez kirin ku çareserya bingehî ji bo bidawîkirina aloziya sûrî diyalog e.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan tekez kirin ser pêwistiya parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a ku bi saya xwîna şehîdan ava bû.

Herdu aliyan destnîşan kirin ku şerê Kurdî-Kurdî dikeve xizmeta dijminê Kurd û bitaybet dagirkeriya Tirkiyê.

 

Back to top button