Duh roja Çarşemê şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk serdana buroya partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat kir li bajarê Helebê.
Şandeya Meclisa Jin di Meclisa Sûriya Demokrtaîk ji Cîhan Mihemed û Necla Hemza pêk hat.
Şande ji hêla endama Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat, Hêvîn Silêman û endamên buroya jin û rêxistinê, hatin pêşwazî kirin.
Di der barê hevdîtinê de her du aliyan li ser pêşketinên siyasî nîqaş kirin, her wiha li ser dozên têkildarî jinan û pêwistiya rêxistinê di jiyana jinê de.