ManşêtNûçe

Mehmet Ocalan: Tecrîd weke mirovî û wijdanî û olî nayê qebûlkirin

Birayê Rêber  Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, bal kişand ser tecrîdkirina li Îmraliyê ya ku  22 sal in didome û wiha got: “Divê berpirsyariyê tenê li ser mile girtîgehan nehêlin. Divê hemû beşên civakê bikevin nava tevgerê.”

Mehmet Ocalan zilma tê kirin jî rexne kir û got: “Ewqas jî zilm nabe. Tecrîd weke mirovî û wijdanî û olî nayê qebûlkirin. Gelo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT ku ji bo pêşîgirtina îşkenceyê hatiye avakirin li ku ne? “

Ocalan, têkildarî şerê li Herêma Kurdistanê jî axivî û wiha got: “Heke bi Serok re diyalog bê danîn wê ev şer di hefteyekê de bi dawî bibe. Di vê rewşê de kesê ku pirsgirêkê çareser bike Serok e. Heke bi Serok re diyalog bê danîn û dewlet bixwaze şer di nav hefteyekê wê bi dawî bibe. Heta ku tecrîd bidome çareserî ne pêkan e.

Mehmet Ocalan herî dawî bang li rêxistinên civakî jî kir û got: “Divê kes ne lal û kor be. Divê herkes mafê xwe yê qanûnî û demokratîk bi kar bîne. Divê em çalakiyên demokratîk pêk bînin..”

Xwebûn

Back to top button