Duh 6’ê Eylûnê, şandek ji buroya têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD serdana Navenda Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK li Qamişlo kir.
Şande ji “Rohat Mela Xelîl û Xelîl Osman” hevserokatiya buroya têkiliyê a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, û şêx “Raxib El-Faris” endamê buroya têkiliyên partiya me, pêk hat.
Ew ji aliyê Welîd Bekir, serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, Ehmed El-Huseynî, serokê komîteya çalakiyan, û Mustafa Ebdo endamê buroya têkiliyên yekîtiyê, hatin pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de, nîqaş li ser rola rewşenbîran di hemû waran de, di warê siyasî, civakî, çandî … de, ji bilî rol û erkên rêvebiriyê di piştgiriya rewşenbîran de.
Di dema axaftina wan de, her du aliyan li ser girîngiya rola rewşenbîran di nav civakê de piştrast kirin, ji ber rol û bandora wan li ser guheztina rêya tevgera civakî û rêvebirinê ber bi riya rast ve.
Her du aliyan tekez kirin ku divê serdanên daîmî hebin, û tekezî li ser pêwîstiya xebata hevbeş ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî bi giştî kirin.