ÇalakîManşêt

Partiya me û Pêşverûyên Demokrat tekez kirin ser girîngiya hevgirtinê

Şandek ji nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li herêma Kurdistanê, duh 6’ê Eylûnê, serdana Partiya Pêşverûyên Demokrat a Kurdistanê, li buroya partiyê li bajarê Silêmaniyê kir.

Şande ji “Nûrî Esed” nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li herêma Kurdistanê û “Mehmûd Reşo û Bêrîvan Mihemed” endamên buroya tekiliyan, pêk hat.

Di pêşwaziya wan de, “Qadir Şiwanî” sekretêrê partiyê, li gel endamên buroya siyasî û buroya têkiliyan.

Di axaftina xwe de, her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya hevgirtinê û yekkirina refan da ku li hember pilanên dijminahiyê yên gelê Kurd bisekinin.

Her du aliyan tekezî li ser kordînasyona hevbeş kir ji bo yekkirina dîtinan ji bo xizmeta berjewendiyên Kurd û Kurdistanî, û destnîşan kirin ku pêdivî bi xebatek bi siyasetek biaqil bi hemû aliyan re heye ji bo rûbirûbûna zehmetiyan û misogerkirina mafên gelê Kurd.

Nûrî Esed tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina Konferansa Kurdistanê, bi beşdariya hemû partiyên kurdî, ji bo pêşxistina stratejiyeke yekbûyî ya kurdî kir.

Back to top button