ManşêtNûçe

Şandeyek ji MSD`ê wê bi Amerîka û Rûsya re bicive

Çavkaniyek ji nav Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji ajansa ANHA’yê re ragihand ku ku wê di demek nêz de şandeyek ji MSD`ê biçe Amerîka û Rûsya hevdîtinan pêk bînin.

Nehat zanîn bê ev şandeya ku herin DYA û Rûsya wê naveroka hevdîtinên çi be. Lê tê payîn ku pêşketinên li herêmê, rewşa Sûriyê û rêyên çareseriyê, têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser de û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van hevdîtinan de bibin rojeva sereke.

Hêjayê bîrxistinê ku di rojên bê de di navbera nûnerê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn Brett McGurk û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Fryshinin û nûnerê serokatiya Rûsya Alexander Lavrentiyev de wê civîn bê li darxistin.

Back to top button