ManşêtNûçe

Salvegera 4. a teqîna Qamişlo

Îro, 4.salvegera bûyerke biêş e, teqîna Qamişlo ya Taxa Xerbî ye. Berî 4 salan şêniyên Qamişlo çavên xwe li ser vê teqîna malikwêran vekir. Vê teqînê 62 kes şehîd li paş xwe hişt û bi dehan jî birîndar bûn.

Li asmanê bajarê evînê, bajarê Qamişlo, çivîkan bi awazên xwe yên xweş didan ber hev, lê vê yekê pir dirêj nekir..

Qamişloka evînê, beriya 4 salan, çavên xwe li bûyereke herî biêş vekir. Piştî wan kêliyan, her tişt bêdeng bû û malikwêraniyê konê xwe li bajêr vegirt.

27′ Tîrmeha 2016’a saet 09:02 teqîneke hovane taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hejand. Vê teqînê, xwîna 62 kesan rijand û zêdeyî 176 jî birîndar kir, hingê çeteyên DAIŞ’ê yekser ev yek girtin ser xwe.

Her sal weke îro, Meclisa bajarê Qamişlo, şênî û malbatên qurbanan, kêliyên vê komkujiyê li cihê bûyerê bi bîr tînin.

Vê bûyera biêş, asoyên gelek rewşenbîr û hunermendan vekirin û ew xistin tevgerê û bi zimanê êşê berhemên cur bi cur ristin.

Bi vê kirina qirêj, çeteyên DAIŞ’ê hewl dan vîna gel bişkînin û ne-aramiyê li deverê pêk bînin..

Lê xewnên wan bi cih nehatin û bi têkoşîna gelê welatparêz û Hêzên Sûriyaya Demokratîk, 23’ê Adara 2019’an dawî li vê hişmendiya reş û tarî hat.

Ronahî

Back to top button