ManşêtNûçe

Divê civaka navneteweyî erka xwe ya mirovî li beramberî koçberan bi cih bîne

Rêxistin û Yekîtiya Civaka Sivîl ên kantona Şehbayê bang li civaka navnetewî kir da ku erkê xwe yên mirovî li hember koçberan bi cih bînin.

Dewleta Tirk gelek herêm ji Sûriyê dagir kirin, ji wan Efrîn ku şêniyên wê neçarî koçberiyê bûne. Li dijî şêniyên ku di Efrînê de mane sûcên hovane pêk tîne.

Rêxistin û yekitiyên civaka sivîl ên kantona Şehbayê bi  daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe ya mirovî li hember koçberan bi cih bîne. Daxuyanî li Kampa Serdem ji aliyê her du endamên rêxistinên civaka sivîl Gulê Cafer û Zinar Elûş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li giştî Sûriyê û bi taybet Şehbayê, ji ber şerê ku ev 10 sal e diqewime rewşên aborî pir zehmet derbas dibin.

Her wiha  di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku rola dewleta Tirk di hilweşandina Sûriyê û koçberkirina gelê wê de sereke bû, Efrîn dagir kir û şêniyên wê neçarî koçberiyê kirin, li dijî wan sûcên derexlaqî û dermirovî pêk tîne.

Rêxistin û yekitiyên civaka sivîl di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî, hemû rêxistinên mirovî, mafnas û sivîl kir ku erka xwe ya mirovî li beramberî gelên di kampan de bi cih bînin, zextê li hikûmeta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne û ji tevahî xaka Sûriyê vekişe.

Back to top button