ÇalakîManşêt

Partiya me bi bijîşkên herêma Firatê re dicive

Duh roja Şemiyê(25 Tîrmehê2020) partiya me Partiya Yekîtiya Demokrat civînek ji bijîşkên herêma Firatê li dar xist bi beşdarbûna hevserokê hevbeş a Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn, ji bo li ser geşdanên rewşa heyî nîşqaş bikin, û nirînên bijîşkan bigrin di derbarê rewşê, ku ew weke komek rewşenbîrin di civakê de ne.

Civîn li buroya partiyê li bajarê Kobanê hat li dar xistin, di vê çarçoveyê de Bekir Haj Îsa axivî endamê meclisa giştî ya partiyê, rewşa siyasî şîrove kir, îşaret kir li ser nirînên danûsendinên yekemîn a di navbera Partiyên Yekîtiya Niştiman ya kurdî û Encûmena Niştimanî ya Kurdî, Haj Îsa helwesta partiya me ji yekîtiya Kurdî bi giştî zelal kir.

Haj Îsa ji bijîşkan re şerê taybet destnîşan kir ya ku li dijî Rêveberiya xweser pêk tê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker. Haj îsa hesiband ku Rêveberiya xweser deskeftiyek dîrokî ye, û encama hewildanên giran e, divê hemû parastina wê bike.

Haj Îsa deskeftiyên şoreşa 19’êTîrmehê nirxand û ew bi şoreşa berfireh bi nav kir ji aliyê civakî, çandî û aborî…

Hejmarek ji bijîşkan nirînên xwe yên siyasî pêşkêş kirin, û li ser rastiya tenduristî li herêma Firatê axivîn, her wiha çend nirînên buha pêşkêş kirin ji bo pêşketina saziyê bijîşkî û tenduristî yên heyî, û pirsên wan li ser rewşa Rêveberiyê di herêmê de hebûn.

Hevserokê hevbeş yê meclisa rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Demokratîk li herêma Firatê Mihemed Şahîn bersivên hemû pirsên bijîşkan dan, wekî din jî rewşa rêveberiyê û pirsgirêkên li hember wê tên ku dûrpêçkirina li ser Rojava û zagona Qeyser a li ser hikûmet Dîmeşq hatiye ferz kirin şîrove kir, civîn cihê kêfxweşiyê bû ji aliyê bijîşkan û bijîşkan jî amadekariyên xwe diyar kirin ji bo alîkariyê bi awayekî berfirehtir ji bo xizmeta gel, her wiha tekez kirin li ser pêwistiya dûbarekirina wek van civînan.

Back to top button