GotarManşêt

Ronakbîr Ocelan bi mirovahiya xwe , Xwediiyê Rêbazek Cîwaz e

Biradostê Mîtanî

Di şermezarkirina roja reş de:
Cîwaziya rêbaza ronakbîr Ocelan.
Min gelek rêbaz bi navê mirovahiyê xwendine û min bawerî pê anîne û ez li ser gelek rêbaz û pirensîpên ,bi navê mirovahiyê mezin bûme ,lê mixabin her min dît ku mirovahî li ser destên wan birîndar dibe û dimîne seqet û nexweş. Bi taybet netewa min a Kurdî ya ku di riya wan re ma bindest û paşguh û ber bişaftinê de diçû.

Niha piştî ku ta radeyekê min raman û rêbaza ronakbîr Ocelan xwendin û dît . Min cîwwaziyeke binrx ji wan rêbazan tê de dît û ferq û cudahiyek nas kir . Hêviyên min bich anîna regezên mirovahiyê û çareseriya doza min a Kurdî geştir bûn,ji ber ku ev rêbaz ne weke wan, ên din yekalî ye û desthilatdar û nejadperest ji wan sûdê digirin.

Rêbazên olî yekalî ne . Her olek ên din tune dike û dikevin nava nakûkiyan de û bi hev re dikevin milmilandinê û şeran de. Lê Rêbaza ronakbîr Abdullah Ocelan bi hûrbînî û çavekî mezin û bi nirx hemû ol û baweriyên olî dibîne û mafên wan di çarçoveya aştî û derbirîna azad de, dide wan.

Rêbzên mîna lîberalîzimê ,sosiyalîstê , komonîstê û mîkafìlîyê aliyek tenê ji civakê digirin û ên din tune dikin. Li gor ku rêbaza Komînzimê di aliyê wekheviyê de ,ne weke wan e ,lê ew jî bi mafê çîneke civakî tenê dibake û milmilaniya mayinde ji çînan re dike rêbaz û dibêje dive diktatoriya kedkaran bi ser bikeve û bibe desthilatdar . Bi wê yekê ,ji aliyê wan rêbazan ve şer , naqkûkî û desthilatdarî di civak û welatan de berdewam dibe û dibe zagona hebûn û nebûna beşekî ,di nav netew û civakan de.
Lê ronakbîr Ocelan ji dêla wê parçebûnê ،wê milmilandinê,wan nakûkiyan û wê ne aramiyê rêbaza Netewa Demukrat, a ava li ser biratiya gelan ,peya kiriye û biwe çareseriya hemû pirsgirêkan ji bo aştiyane bi hev re jiyan bikin.
Ji aliyê rastiya civakê û hebûna gelan ve ,di welatekî de jî cida ye ,ji ber ku wî rastiya wê gotiye,dema ewdibêje :Tu civak û welat çênabin bi navê netewekê tenê bêne diyar kirin, ji ber rastiya wê di piratîkê de ne ew e. Xweşiya welêt bi rengerenga pêkhatiyên wî ne. Ji nexweşiya wî welatî yan civakê ew e dema ku tên nejadkirin bi şêweyejî tekane ,ji ber ku ew netewa tek dike ,wan netewên din tev tune dike û ew diyarde ne mirovahî ye.

Di aliyê doza Kurdî de ,wan rêbazan tu nirx û qedir nedane mafên wê yên netewî. Ew ketine destên desthilatdaran de û bûne ji siyaseta bê sinc û bê rawişt . Ji dêla ku mafên kurdî bi taybet û yên gelan bi cih bînin . Ew bûn hêz û çand û hebûna Kurdî qedexe kirin ,ta radeyeke bilind ji asmîlasyonê û qirkirinê. Lê rêbaza hozan û ronakbîr Ocelan ,di hinavê xwe de ,pirojeyek zelal ji mafên netewa Kurd û yên gelan vejîn kir û kire nexşerê ji serkeftina civak ,netew û welatan re û bi taybet bi xurtî mafên me gelê kurd macî kir û di parastina kesayeta netewa Kurd de bû pispor û weke îro Girêbenda Civakî ya Xweseriya Demukrat li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike nimûne . Vê rêbaza Ramanger Ocelan pênasî û bicihanîna doza Kurdî ji asteke pir lewaz û şikestî ber bi asteke kurdperwerî xurt de veguhest.

Ji aliyê zanistê ve jî gelek zaniyar dibêjin heyber du beşin ,yek bêcan e û mirî ye û yek zayndeye û bi can e.
Ronakbîr Ocelan dibêje : Mademkî heybera ku ew zanyar dibêjin ew bêcan û mirî ye ji Iliktron,Nitron û pirotonan e û ev hersê regez ,bi hev re di liv û tevgerê de ne ,çima vêce ew heyber bêcan e mirî ye?!

Ji xwe di aliyê mafê jinê de ,tu rêbaz lingê xwe li rêbaza Ocelan naxe. Ji ber ku bi rasteqîn û bi hebûna jiyanê ve ,wê rol û mafên jinê nas kiriye.

Lewra ji wan sedeman û gelekan din jî ,ez dibêjim ku rêbaza ronakbîr Ocelan ji wan rêbazan cida û cîwaz e û ji wan bihtir sergihayî ye û ew kare bibe xwediyê çareseriya hemû pirsgirêk û arîşeyên,di aliyê civakî ,aborî û netewî de ,yên ku wan rêbazên beriya wê nikarîne wan çareser bikin .

Bi dawî :Şermezarkirin bo roja reş. Serkeftin ji hilmeta : Azadî Bo Ocelan Û Çareserî Bo Doza Kurdî re .

 

Back to top button