ManşêtNûçe

Foza Yûsif: ji bo azdadiya fîzîkî ya rêbertî divê her kes têkoşîn bike ’

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan de ji ajansa ANHA’yê re nirxand.

Foza Yûsif helwesta gel a di salvegera komployê de derketî pîroz û silav kir û got: “Ez helwesta gelên neteweya demokratîk gelê Kurd , Ereb, Suryan Asûr , Turkmen û Çerkes pîroz û silav dikim. Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesteke bi rûmet dan diyarkirin. Bi serhildana xwe, bi çalakiyên xwe diyar kirin ku ev komplo bisernakeve û hêzên komploger nikarîn bighêjin armanca xwe. Gelên herêmê ne tenê komplo şermezar kir. Her wiha israra xwe di proja konfedralîzma demokratîk û biryardariya xwe di xeta neteweya demokratîk de jî dane diyarkirin. Lewma hemû kesên di çalakiyan de cih girtin û beşdar bûn em wan bidilgermî pîrozdikin.

Foza Yûsif bal kişand ku komplo bi rêbazên din berdewam dike û  ev û nirxandin kir: “Komplo bi gelek rêbazan xwe berdewam dike.Bi tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin rê li pêşiya serokê sexte vekin, bi rêya sîxurên xwe dixwazin di nava Kurd û Ereban de fitne û fesadiyê çêbikin û gelan li dijî hev sorbikin. Bi rêya lêdana binesaziyan dixwazin gelê me koçberbikin û bê hêvîbikin. Lê gelê me peyama xwe da ku ev  komploya nuh jî wê têk biçe û gel rê nade dek û dolabên wiha. Gel rê nade serokên sîxur û sexte.  Roja 15’ê Sibatê careke din gelan diyar kir ku îrada siyasî rêber APO’ye û mifte çarasrî û aşîtîyê di destê wî de ye û divê ew muxateb bêgirtin.”

Foza Yûsif kampanyaya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin wekî rêbazekî têkoşînê destnîşan kir û ev bang kir:  “Divê em zextê li hêzên pewendîdar bikin. Divê em têkoşîna hiqûqî bê navber berdewam bikin. Divê em saziyên mîna CPT û Konseya Ewropayê û hwd neçar bikin ku xwedî li qanûnê xwe derkevin. Divê em bêjin ku dawa Rêber Apo dawa gel e em şopdarê vê dawê ne. Lewma gelê me divê bi berfirehî beşdarî vê kampanya îmzeyan  bibe, hedef 3 milyon e. Divê herkes hewl bide ku 3 milyon îmze bên komkirin û her kes ji bo vê yekê bixebite.”

Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em ji bo azadiya Rêber Apo bênavber têkoşîna xwe bilind bikin. Divê em pirtûkên wî bixwînin. Ramanên Rêber Apo rlya jiyana azad nîşan dide. Divê em bi fikra wî roj bi roj kesayeta xwe ava bikin û nûjen bikin. Çiqas em Rêber Apo bixwînin em ewqas asoyê xwe ê zanistî bilind û kûr dikin. Lewma her kes divê bixwîne  ji bo xwe, dîroka xwe, çanda xwe û dijminê xwe nas bike. Çiqas mirov zanebe ewqas azad dibe, rêya veya jî di cîhanbîniya Rêber Apo de veşartiye.

Back to top button