ManşêtNûçe

Rêzeçalakiyên Rojava yên 15’ê Sibatê bi semîneran didomin

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star ya li dijî komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber  Abdullah Ocalan de tê meşandin, KPC-D li dibistana Ş.Hogir semîner ji mamosteyan re li dar xist.

Rêxistina Kongra Star a herêma Firatê bi armanca  şermezarkrina komploya navneteweyî ya ku di keseyeta Rêber  Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd tê meşandin, bi daxuyaniyekê li Kontona Kobanê dest bi rêzeçalakiyan kirin. Di rêzeçalakiyan de îro bi pêşengiya  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li dibistana Ş.Hogir semînerek ji mamosteyan re li dar xist.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ferhan Kobanê ve hat dayîn.

Ferhan destnîşan kir ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna Gelê Kurd ava dike û wiha got: “Komploya navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an de dest pê kir roja me ya îro li ser Gelê Kurd, ereb, suryan û hwd tê meşandin, armanca komployê ew bû ku di şexsê Rêber Apo de Gelê Kurd di aliyê ziman, hebûn û çandî de tune bikin. Dewleta Tirk û komên girêdayî wê xwe bi rêxistin dikin da ku hebûna pêkhateyan û projeya netewa demokratîk pûç bikin. Li hemberî komployê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe projeyek da destpêkirin. Xeyal û jiyaneke nû ava dike. Pêwîstiya gelê me bi rêxistnkirinê û parastina axa xwe heye.”

Paşê sînevizyonê di derbarê komploya 15’ê Sibatê hat pêşkêşkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rêzeçalakiyên Kongreya Star de di heman demê de li navanda çand û hunera Baqî Xido ya Kobanê, Akedimiya xweser a gundê Tilêjbê girêdayî navçeya Şêranê ye, li navçeya Celebî, navçeya Qinê du semîner û li bajarokê Sirînê jî du semîner hatin lidarxistin. Her wiha Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi navê “Çand û Civak” dest bi hefteya çandî kiribûn îro mijara wan jî wê semîner li ser Komploya navneteweyî bê dayîn.

Back to top button