GotarManşêt

Rewşenbîr,wijdan û exlaq

kurdyar dirê`î

******

Rewşenbîr ew kese ku xwediyê zanyarî û hişmendiya ku wî dike  hilgirê xemên civaka xwe, mijûlî  sererastkirina  wê, pêşvexistin û nûkirina wê ye. Di warê şaristaniyê de, ev wateya rewşenbîr ji hêla ramînerê Marksîst ê Italî  Antonyo giramşîve , ku di 1937 de mirîye hate pêşkeşkirin.

pênaseya giramşî ji bo me weke civaka rojavayê kurdistanê pir giringe, di demekê de ku beşeke mezin ji rewşenbîrên di nava xelkê de û li ser ekranên medyayê de bi navûdeng diyar dibin , lê belê di nava bê wijdanî û dûrbûna ji exlaqê rewşenbîrtiyê de jiyan dikin, her weha di nava nexweşî yên derûnî , xwetengkirina di nava girîbendên kesayetiyê de û lêgerîna li xwe binav û dengkirinê dene . em dizanin ku di rewşên tengavî û zehmetiyan de herdem rewşenbîr ew pêşengtiya êş û derdên civakê dikin û li xelasî û çareseriyan digerin , her weha  paşeroja civakê analîz ,rave û guman dikin , lê belê ev beşê rewşenbîran  ji bo wêneyekî li ser medyayê , hin deskeftiyên erzan û berjewendiyên kesayetî  dikarin hezar nexweşiyan di nava civakê de bê teredud belav bikin û bûyerên herî bê wate di nava civakê de mezin bikin û hezar hezar şax û paxan jê derînin , ku civakê mijûlî tiştin sanewî  bikin û ji rastiyan dûr bixînin  ,ku   rewşa rewşenbîrtiyê  gihiştiye astekê pêwist dike em zingilên hişyariyê lêxin, çimkî ev beşê rewşenbîran ku ji wijdan bê par mane amadene ku çi bikin wê bikin ji bo nav û deng ,sûdgirtinên madî yên erzan, bê guman di demên herî tarî di sûriyê de, di serdema rêjîmên dictator û nijadperest de navûdengên rewşenbîrên mîna Osman sebrî , cegerxwîn , reşîde kurd ,nûridîn zaza  û bi dehan rewşenbîran belav dibûn dinava civka rojavayê kurdistanê de weke mêrxasên gel û xemxurên doza kurdî û jiyana perîşanan , mîna van navdarên nemûne , ne digotin em û nekesî din, ne digotin em di jora civakê re ne û pêwiste civak weke me be, ji bo hin xweşiyên jiyanê gel û civaka xwe radestî dijminan nedikirin lê belê di ber gel de qorbanî didan.

cihê xemgîniyê ye ku îro rojavayê kurdistanê xwedî mîrateyeke  12 hezar şehîd û 24 hezar şehîdên zindiye û di eynî demê de li beramber xwedî 12 hezar sexte rewşenbîr û 24 hezar reng rewşenbîrên wêne û ragihandinane , di demkê de ku şervanên kurd YPG .YPJ . Hêzên herî hovane û tirsonek li ser civaka rojava û mirovatiyê şikandin , rewşenbîran nikarîbûn  bi tenê ew ezezîtî û xeyalên xwe yên nexweş biherifînin û rewşeke rewşenbîrî layiqî rojavaya qehremanan ava bikin , ji xwe rewşenbîrên anjî qaşo rewşenbîrin yên ku bûne zirne ne tenê partiyan re çimkî eger zirnebin ji partiyeke kurd re jî nîvê êşê ye lê belê bûne zirneya bi defa şer ya dijminên gelê xwe re dinehwirînin  , şerm û susreta herî xerabe , gelo çawa ew rewşenbîr û bi çi wijdanî li ber perçeyên laşê şervaneke kurd ku li ser destê direndeyan perçeperçe bûye bêdeng raweste û têkeve gumana ku ew ne jib o gelê xwe şehîd ketiye û vê zihniyetê d inava gel de jî belav bike , çi rewşenbîr û bi çi exlaqî kuştin û tunekirina gelê xwe li ser destê faşista turkiye û keftarên wê rewa dibînin û berxwedêran di ber van tawanbariyan de sûcdar dikin , çi rewşenbîr û bi çi zuhneyetê şerê ziman û çanada gelê xwe dibin nave berjewendiyên gel de dike lê belê nabêje ku em daxwazê neyaran pêktînin û bê şerm  bi rijdene jî ku civakê jî bi zihniyeta xwe ya xerab iqna bikin ,

ji xwe me dema pêşketina alavên ragihandin û medyayê ye , lewra rewşenbîrekî bê exlaq , bê wijdan , ji xwe û civaka xwe qutbûyî û li ser kortêlên Ewrupa û himjî kortêlên dagerkerên ku ji xwîna gelê wî bi xwe kortêlan dide wî , bêyî ku  xwe biwestîne rojane dikare bi dehan tevlihevî û bêbextî û nakokiyan li ser rojavayê kurdistanê belav bike û bi rojan an jî bi mehan gel pê mijûl bike û tevlihev bike , belê pir hesane dema ku mirov xwe ji mirovatiya xwe  bê par bike û di nava bijandinan de wijdan û exlaq wenda bike.

lewra  rewşenbîrtî di serdema me de, di rewşa heyî ya rojavayê kurdistanê de û xwedîderkitina li keda salan ya hezarên berxwedêr û şehîdan  beriya her tiştî erkekî wijdanî û exlaqiye.

Back to top button